Av

Tarî bû. Dema ku ez bi rê ketim û berîyê xwe da Newalê Rapo havîn e. Emê terla me ya li Seyfi DoğanNewalê Malê Mihî Reşê bi makîne hespan diçininî.

Berî ku em li ser şivînê rûnin, me nêrî ku ava me yê teva bûyê. Pismamî min, Hecî bi min re got; li aspî qumêt siwar bibe, here Newalê Rapo, ji bîrê, ji me re avê bîne. Ez bi lez li hespê siwar bûm.

Bi rê da hespê min bêhizûr bû. Ji nişkave dastî. Dor alîyê xwe dinêrî. Bi simên xwe erd dikola. Guhên xwe bel dikirin. Ez jî bêhizur bûm. Xofekê xwe da ser min.

Min nav û dengê Rapo bihîstibû. Rapo, însanekî ji wan gundên me bûye. Ewî nexweş dibe. Xwedîyê xwe yê wî li gangilîyê sîwar dikin ku bibin xestexanê. Wexta ku nezîke Newalê Zozanê Malê Mih Topalê dibin rewza wî yê xerab dibe û î ji xwe derbas dibe. Xwedîyê xwe yê bawer dikin ku wî dûne xwe guherî. Xwedîyê di hundirî newalê da gorekê diqolin û Rapo dikin hundiri gore û axê bi ser dikin. Dema ku xwedî axê bi ser dikin, Rapo yî bi xwe dihêse û lingen xwe hildide.

Bi vê ra, xwedî ditirsin û dev ji gorê berdidin û direvin. Rapo yî di bin axê da li berxwe dide ku ji gorê derkeve, lê î bi sernakeve û dunê xwe diguhêre.

Ji vê bûyêrê bi şûnda, navê newalê dibe Newala Rapo.

Wexta ku ez hatim ser bîrê, bayekî sar wek kêreke tûj li min qelifî. Şegîzîm. Min xwe bi kolî bîrê girt ku ez li ser piştê gêrnebim. Porê min li serî min gij bû. Min eşqa dilî xwe ya ku min pi rê da fantasî li ser ava dikirî ji bîr kir.

Wexta ku ez hatime xwe, min dewl berda hundirî bîrê ku avê bikşînim. Min çend caran kolê bîrê çex kir ku bizanim, ka dewl tijî bûye an jî nebûye. Min carake din ceriband û heskir ku dewlê tiji bûyê. Min dest pê kir û kole bîrê çex kir. Min mêz kir ku kolê bîrê î bi zehmet çex dibê. Min berê jî ji bîrê av kişandibû, tecrûba min heye. Dewlê giran e.

Ji nişkave kolê bîrê ji dest min filitî û dewl bi lez keta hundirî bîrê. Bi wê re min deng bihîstin.

Dengên têne. Min bi xwe û xwe got; dengê şevê ne. Wê demê piranîya gundîyan ê li çolê bûn min got qay dengên gundîyan e. Dengên li şevê ê ji dûr da werin. Min carak din rahîşte kolî bîrê û dewl berjor kişand. Cetin bû, lê dewl dihat. Dewl tam nezîkî devî bîrê bû ku keratîyekê di hundirî dewlê da ye. Min kolê bîrê berda û xwe paşta vekişand. Keratîyê xwe bi kenarê fiçiyê ku li ser devî bîrê bû, girt û derket derve.

Hespî min serê xwe hilda û bazda. Ez mat bûm dawestîm. Pelgên guhên min cirifîn. Ez ji zimên da ketim û şaş bûm! Min nizanî çi bikim. Li hevdi gerîyam. Min xwest birevim lê lingên min bûn yek dar. Li hember wî fîgûrê bûm lapêkî.

Wî fîgûre ku bejnê xwe qirarê metrokê û bi destpîyên gir. Por reş. Qulên bilîvan wek yek bîrên bê binî. Lêw tenik. Çav kur. Guh bel.

Fîgûr rahîşte çemilî min û ez berve masake ku bi şewqê loksekê ronî dibû, birim û ez li hemberî xwe li ser kursîyekê bi ruşkandi dam. Kursî pak û nerm bû. Ez bûm rebenekî ber derîyan û belengazê meras dirî.

Wî li min dinêrî û marekî zer û qut, mina tizbîyekê di dest xwe da bi lîstikandi dida. Mar carcaran dixeyîdi û diranên xwe di dêst re dikirin. Figûr we demê, serî xwe paşta dihavêt û nefeseke kur hildida û kenek li ser lêvan dihilîst. Jan û zewq bi hevre dijînî. Min ji tirsa re, di bin çavan re li wî dinêrî. Di tamarên dilî min da xwîn, mina çemî biharê diheriqî.

Dema ku tirsa min teneke fireh bû, min mêla xwe da çavan. Min xwest ku di kurîya çavên wî da rewşa ruhî wî tespît bikim. Çavên xwe yê wek du penceran bûn. Yekê tarî û ya din ê ronî bû.

Di pencerê ronî da, reng bi reng rê derbas dibûn. Piranîyê rêyan sipî bûn û kevîyên xwe bi reqem û herfan xemilandî bûn. Li kevîyên rêyan kîrîşên telefonan dirêj dibûn û têlên darên telefonan ê ji zêr bûn. Li derderan, darên telefonan şikestî û telên xwe qetîbûn. Şûnê telên zêrinî, têlên hesinî bikaranî bûn. Şîfrek bi dest min ket û min bi wê şîfrê derîyê odekê vekir û navê xwe li defterê mêvanan nivîsand.

Di hundirî pencerê tarî da nêynek habûn. Neynekên bêdeng. Neynêkên tarî û bê pencere. Hewake sar.

Mêrik, ez dame hemberî xwe û demeke dirêj li min nêrî bi şûnda, bi dengekî otoritêr dest bi axaftina xwe kir.

Ji xwe da qet behs nekir. Kî ye!? Ji kuda tê!? Kuda rêvîye.!? Li min şîret kirin;

– Serê gihîştikê aqil û kar e!

– Felsefe xwe yê jîyanê li ser hînbûn û qabûlkirina mirnîyê û bêtirsîyê dagre!

– Xwe teslime tabiatê xwe meke!

– Mekeve hundirî pîramîdan.

Rengên xwe çi dibin bila bibin makeve hundir û bi xwe jî pîramîdan ava meke!

Dema ku ez li hespê siwar bûm ku herim avê binîm, ne hefser ne zîn, ne ji heqiv hebû. Wî camêrî, hespe min bi hefserî zivîn, bi zînake ji purtiken cûcikan, bi heqiweke herîrî û simên hespê yê peşîyê bi zêr û yên paşîyê bi zîv xemilandin. Kûzên min ên ji axê sor şikênandin û kûzen ji zêr tiji av kirin û kirin hundiri heqivê herîrî..

Berî ku ez bi rê kevim got; “paş xwe mêzmeke”.!


Çavkanî: Bîrnebûn hejmar 63 | 2015

About