FERHENGOK | |
---|---|
di pey | arkasından |
text | taht |
hewûye, hebûye | mevcut idi |
heyam(ekî ) | (bir) dönem, zaman |
lihevketî | tehlikeli, karışık |
ji sîya xwe tirsîn | gölgesinden korkmak |
dest pé … kirin | başlamak |
hewesdar | amatör |
zareve | melodi, seslendirme |
palpalî | süzme, böbürlenme |
tirs lê peçan | korku sarmak |
ji ba wî | ona göre |
bilûr | kaval |
veşartin | saklamak |
qedexe | yasak |
bi dizikî | gizlice |
ji derîye xwe kiriye | kendisini kurtarmış |
avêtiye | atmış |
ciran | komşu |
rûbiken | güler yüzlü |
xenê | mutlu, sevinme |
pêr | önceki gün |
barekî giran | ağır bir yük |
pişta min | belim |
Ji sala 1980î bi şûnda, di pey hatina eskeran ya ser têxt, li Tirkîyê ji mêla sîyasî da, heyamekî pir lihevketî hewûye. Devê şorê ye, meriv ji sîya xwe ditirsîye, hela jî, kesên ku li malên wan kîtab û şîrîtên (kaset) kurmancî hebûn. Pir kesan hîngê ji tirsan ra, şîrît û kîtabên kurmancî vedişartine; henan ew dikirin herdê û henan jî ew dişevitandine.
Yaşoyê Elê, hîngê xortekî nûgihêştî ye û nû destpê lêxistina bilûrê kiriye. Di saye hewesdarîya xwe da, wî çend zaravayên kilamên kurdî yên wan deran jî hêvisîne. Ew bi lêxistina wan zaravayên palpalî dibûye. Lê derbeya eskerîyê tirs xistiye dilê wî jî. Ew pir ditirsîye ku ji avûrûyê bilûrê da tiştekê ware sêrî. Tirsê xwe lê peçaye. Ji ber wê ew nedihewîye, tim û tim bi teleşe wûye. Wî her ro bilûr li derekê vedişartiye.
Dirêj nekin, bilûr li sêrîyê Yaşo bûye bela. Ji ba wî jî ku bilûr hecatekî kurmanca yî qedexe ye. Ji neçarî rokê wî qerar daye ku rê li bilûrê bike û xwe jê xelas ke. Bi dizikî, wî bilûr biriye û avêtiye abdestxaneyê (tuvaletê) û veng ew ji derîye xwe kiriye.
Ciranê Yaşo, Mehmê Zêwê pê hesîyaye ku derdekî Yaşo heye, lê nedizanîye ku çi ye. Rokê mês dike ku Yaşoyî fereh xwîya dikê, bi eşq e û rûbiken e, mîna ku barek ji ser wî helati be.
Ew jê pirs dike, dibê,
„ Yaşo ez î mês dikime tu xenê yî, mîna ku tu ji derdekî xelas bûyî!“
Yaşo lêvegerandiye û gotiye,
„Mehmê ma di navberê min û te da be, min bilûr pêr êvarê bir û avête abdestxaneyê, ez jê xelas bûm, walle mîna ku barekî giran ji ser pişta min dêhatibe!“
Almanya (Mainz), 15.09.2016, BÎRNEBÛN Hejmar 66 | 2016