BAYÊ MALÊ HEMZO Û GAYÊN ÇELO

Bayê Çolê (sam) ji axizê başûr/ başûrêrojava da tê. Bayekî pir ne çê ye û zîyankar e. Têdahatî ku pir şên tê, nahîle ku dene bikeve zevîyan. Mala Hemzo li perê gund bûye û Bayê Çolê ji wî perî da dihatîye. Lowma li gund, ji Bayê Çolê ra gotine, Bayê Malê Hemzo. Mala Hemzo bi vê navlêkirinê şa dibûye.

Kes nizane kîngê, lê herhal zemanê ku cotkarî bi ga dihatîye kirin, bûye. Çelo cotkarî dikiriye û bi dêyn cotek gayê xwe sitandîye. Bibêjî çi, vêtalabûnî ye, du sala li ser hev Bayê Malê Hemzo pir şên hatiye û zevîyên Çelo jî nerûztine, tu ber nedane. Ji avûrûyê Bayê Malê Hemzo da, Çelo neçar maye ku gayên xwe bifroşe.

Ku rast e yan serhevde ye, kes pê nizane. Li gorê ku tê qalkirin, Çelo rojekê çûye vi derî Malê Hemzo ketîye û ji xwedîyê malê ra wer gotîyê: „Lo Hemzo, ji avûrûyê bayî we da zevîyên min du sal in ku narûzine. Tu jî pê dizanî min cotek ga bi dêyn sitandîye. Dêyndar ê her ro vi derîyê min dikevine û ji derîyê min nawine. Wextê ku qala bayî we tê kirin, hun ê pê qirikê xwe heldikşînine, pê xag dibine. Madem weng e, hîngê qet newe nîvê dêynê min tu helne ser xwe!“

Xwedîyê Malê Hemzo lêvegerandîye, gotîye; „Lo Çelo, ev çi şor e, malneketo, ma bayê Xwedê li ser min qeyîtkirîye ?! Tu bixwe jî pê dizanî ku zîyana Bayê Çolê gihêşte zevîyên min jî !“

Em dirêj nekin, Çelo ji neçarî cotê ga firotiye, kirîye ber dêynê xwe. Her ku Bayê Çolê dihatiye, wî tim û tim lenet lêdikiriye û navê wî jî qet helnedidaye û digotîye, „gayên min ê zik vî bayî da ne, vî cotê gayê sor bi min bi firotin da!“ Wextê ku nas û cîranan digotine, «Çelo, çima tu navî Bayî Çolê helnadî ! », Wî digotîyê, « helnadim, ez î lê sûvahatime!“

Tiştekî din jî dikine derîyê Çelo. Goya wî bange mezinê gund kiriye û gotiye, «warin em herin Girê Dua û li ber Xwedê bigerin ku ew pêşîyê li Bayê Malê Hemzo bigre!» Lê tu kesî guh pêva nekiriye. Bi ser da xelk, heta ku bi dînê gund gihê, pê kenîyaye û qirfên xwe bi Çelo kiriye. Hena digotiye « mala minê, Çelo î ji rê viderketîye! » Çelo jî ji herdê xwe da, loma li wan kirine û gotîye, « Magihene heşkêmno, duayê baranê dibe, ma çima duayê bayê nabe! Xwedê î ku duayê baranê qebûl dike, ê çima duayê bayê qebûl neke ?! Herin lo herin, însên xulî mekin, cinên me rivan ramekin !» û lixistîye, bi tenê çûye Girê Dua. Salên ku baran nedibarîye, xelkê gund sewa ku baran bibara, diçûye Girê Dua, li wê derê qurban serjêdikiriye û li ber Xwedê digeriyaye ku baranê bibarîne.

Tê gotin ku ji van qewimîyan bi şûnda, gundîyan êdin vi Bayê Çolê ra gotine, „Bayê Çelo“. De tu were, va navlêkirina qet neçûye xwaşê Çelo. Wî lome li xwe dikirine û digotîye ; «Tecelîya min ê neçe ye, zîyana ku min dîtî pê newû, ji niha bi şûnda yên ku ji vî bayî zîyan dîtî ê vi derî min kevin! »

Ferheng : Kurdî– Tirkî

• Axizê: Yan, taraf
• Vêtalabûn: Şansızlık/Bahtsızlık (tala=şans)
• Serhevde: Aleyhte uydurulmuş, bir çeşit iftira
• Têdahatî: Bir çeşid beddua; başına bir derd gelsin anlamında
• Vi dêrî ketin: a) Kapısına varmak/gitmek, b) şikayette bulunmak amacıyla birisinin kapısına gitmek
• Ji dêrî nebûn: Kapısından gitmemek
• Qirik helkişandin: Onurlanmak bîrnebûn 35
• Xagbûn: Şımarmak
• Malneketo: Evin yıkılası
• Di zik da bûn: Yüzünden, …dan dolayı
• Kirin dêrî: Birine mal etmek / bir şeyi birinin üzerine atmak
• Ji rê vi derketin: a) yoldan sapmak/ çıkmak, b) makul /normal olmıyan davranışlarda bulunmak.
• Xulî /Xwelî kirin: Kızdırmak
• Cin rakirin: Cinleri uyandırmak
• Bigihên/pê gihên: Varmak, …. varıncaya kadar
• Ji herdê xwe da : Kendi tarafından/açısından, kendi kendine
• Magîheno: Hey, ulan : ( guman e ku bingeha vê peyvê ev be: Mag,
• Magî, Mog, Mug, Magoî.. bi eslê xwe cureyên navê eşîreke Medan e. Rahîb/revaberê dînê Yezdanî yê ku hingê dinê Medan bû, ji vê êşîrê bûne.)
• Pê bûn/pê kirin:Yetmek, yetinmek


Çavkanî: Bîrnebûn 67

About