CILÛQÊ ÇÊ

Elê me ê pir jîr û jêhatî bû. Ew'ê ji sivê (sibê) de heta evarê li ser ningan bû. Ji nanî (şîva) evarê şûnda, ew li xani'ê kevn wexta xwe derbas dikiribû. Ew li zivistanê, li oda'a xani'ê kevn bi hevalên xwe ve, heta nivî şevê rûdinişt. Li havînê jî, ji bo ku kar pir dibûn, civata xwe zû belav dibû û paşê jî, ji bo xewê dihate xani'ê ecer (nû).

Ew xani'ê kevn ji me re zêr bû. Çi qelêr û çi gamera me hebû, li wir berhev dibû û li wir jî dima. Paqijî û rişkirina xwe pir bi qar nedibû. Ew xani'ê me ê kevn, bi du oda'an û mayniyeke bû. Gundiyan bi oda'a rûnişkandinê re digoti bû “oda'a Elê”. Mayni mîna aşxanekê bû. Tê de tandir û argûneke kevnê berê hebû. Nan di tandirê de dihate lêxistin, şîv jî di argûnê de dihatin kelandin. Oda'a din jî, oda'a xanî malê bû. Me li wir jî tişt û çekûçol verdişêra. Xani'ê me ê din, me ji paş ve avakiri bû. Em li wir radiketin. Kurikên (zarokên) me wê re digotin “xani'ê jor” yan jî “ecer”. Ew xani'ê me ê nû, me li şînekê yan jî li şênayiyekî (doleke) ji mêvanên xwe re vedikir.

Ez hîn bûka çend mehan bûm. Ez'ê hîng pir bi adet, usûl û xû'ên malê jî nizame. Elê jî pir nas nakime. Xwedê rehma xwe lêke, Etkê min bi min re digot ''Tu ji kîjan malê re dibî bûk bibe. Xû'ê malê bavkî xwe bîrbike û ê wê malê ku, tu lê bûyî bûk biêwihisîne.'' Xwedê ji Elê jî û ji xasî'ê jî razî be, ji min re timê rind bûn. Xasî'a min, mîna ê xelkê çila bi min nedikişand û bi min re zêde nedida hev. Roke ez li ber kesî jî nadişikandim. Em'ê mîna hevalan bûnî. Devarê (debarê) me bi rindî û xerevî ve jî dibûya.

Zemanê hebûnî û tunebûnî'ê bû. Qeremê malê me'î, li gorê pir malan pir giran bû. Ji axtrê (bilî) terle û tapanan, nêzikê du-sed pez, çend ga û mangên me jî hebûn. Ez'ê çûcikan, bax û bexçê jî tê nakime. Karê me'ê malê jî pir bûn. Nîvanan (mêvanan) me jî kêm nadibûn, her ro (roj) qerebalix hebû. Jibo wê jî, çaydanî me ê çayê û broşê me ê şîva ji ser êr denadihat. Ji Elê me re her roj mîna daweteke bû. Elê pir yarê goşt bû. Xêr bi tereke û çûçikên me nedikir. Roke, ez û xasî, em bûne yek, me ji wî re goşt qedexe kir. Me bi wî re got ''Goştî li te naye. Tu'î pê nixwaş dibî''. Elê me'ê teneke şîşman (qelew) bû. Carnan ji ber mîde heta sado (sibê) ranediket.

Li mehên zivistanê karên me hendik dibûn. Me ji payîze şûnda îzin dida cotkaran, ya jî ji îş (kar) derdixist. Elê li zivistaneke pir hisrar kir û got ''Ez'î êdin di kara re narime, em ji tereke re li zivistanê jî meriyekî ragirinî. Elê me mînabêk (mîna bê ku / mîna ku bê) ji xwe re li hevalekî digerî. Me jî êdin, xatrê wî naşikena û cotkarek girt. Elê bi cotkar ve bi nîvro li tereke mês dikirin û li êvarê jî, li odê rûdiniştin. Cotkar jê re, li arê manqelê mês dikir, koz bi desttîfê lê zêde dikir. Nîvan dihatin, jê re çay çêdikir yan jî avek dida wan.

Lêbam (lê bi ya min) çalê (çilê) zivistanê paşî'ê bû. Eyam berve germbîyînê diçû. Elê me'î, dîsa di dor çûcikan re çex dibe. Lê, î firsandê nabîne. Wî zûva jî, goştî nexwarî bû. Ji wexteke şûnda, xasî'ê min jî gotîbû ''Bûkê, çi derew bikim, dilê min jî goşt dixwaze.'' Min jî got ku, de em bi cotkar re bênî (bibêjinî), ma ji me re çûçikeke serjêbike. Xasî'ê jî got ''Bûkê bûkê, tu dîn bûyî. Welle Elê hû bibe, paşê xêre bi çûçikan nake. Ma ew nizane ku, em'ê ji keyfi çûçikan serjê dikinî.'' Ez jî lê vegerim û min go “Lê em çir bikinî?” Wê jî got ''Teneke bipê, Xwedê'î mezin e.''

Çend ro derbas nebûn. Êvareke Elê me'î bi dişliq bû. Karê xwe bi cotkar ve, zû xelas kirî bû. Însanê oda'a xwe jî belav kiri bû. Em jî şandi bûn xani'ê jor. Lêblem, li nanî evarê jî, El zû ji ser sifre'ê rabûbû. Elê me be, bi zikî birçî ji ser sifre'ê rabe. Min û xasî jî wê evarê pir nexwarî bû. Şîva me'ê wê êvarê peglê hîşik bûn. Me peglê hêşin, li havîna-paşî ji bostonê me berhev kiri bû û li ber ro, ji zivistana re hîşik kiri bû. Kesî ji me pir nexwarî bû. Em jî bi zikî birçî ketî bûn nav nivîna (cihê) xwe.

Elê wê şevê bi cotkar cilûqê (cilûxê) me'î çê ji pînikê derxistiye. Li gomê pê daye serjê kirine, partilandiye û perikê cilûqê jî li wir kirine erdê. Mala Elê ava be, ew cilûqê me'î çê, gîştik hûr kiriye, kiriye biroşê û xwastî bi ser argûnê de bikelîne. Cotkar jî tembeh (tembîh) kiriye, ma ji me re kat nake -Lo weng jinik û etik diçin ferqê cilûq, tu yê ji wana re bêyî, duh bi şev rovi kete pînikê û cilûqê me'î çê biriye.''

Gotineke me ê mezina pir xweş heye: ''Ê kêr li dest ketî raket, ê bi zikî birçî raneket.'' A me jî, ew herfa ye. Ez jî, xasî jî, ji birçîbûnî û ji dengî qurê-qurê zik raneket bûn, qet careke xew jî naketî bû çavên me. Ee zivistan e, sar e, nîvê şevê ye, bi xof û bi tirs e. De em'ê niha çing derkevin derva û herin aşxanê qozîkî xwe'î bi mast, bi mit ya jî bi çolarûnê bikinî. Êdin em mecbûr man. Em ji xani'ê jori derketin derva, me nizani em çing ji sikane xani'ê ecer de daketin jêri û bezînî xani'ê kevn. Deri'ê xani'ê kevn, tenge daketi bû jêr û bi zorê vedibû. Elê me dengê xişa-xişê bihîst, qîrni bi ser ket û gotî ''Lo zû rabe mîvanan me'ê têne, vê biroşe verşêke. Hîng şorê di dev de bû, em ketin hundir. Lêblem, benzek çû û yek hat, kire kimekim. Xasî'ê got ''Elo Elo mal neşewtîyo! Tu niha jî, ji malê xwe dizî'ê dikî. Te ne berx hiştin, ne jî çûçik. Çima paşê te û goşt nehat.'' Êdin bi hîcrê Elê da û got: ''Etê bes e, seri min mehêşîne, were rûne, va na wexta te ya şîreta ye.'' Çexê min jî bû ''Keç tu jî wî goştî di biroşê de bi ser argûnê de û sifre'ê jî hazir bike. Em careke bi tameke û keyfeke wî cilûqî bixwinî.

Me wê şevê, ew cilûqa bi çar meri'an xwar û dina wê derê. Cilûq tameke xweşê daye devî Elê ku, her ro qala wî cilûqî çê dikir. Ji wê şevê şûnda, çi goştî çîk be, biraştî yajî kelandî be, qevrandî yajî qavirme be, me ji ber Elê vedişerî. Lê, Elê kengê goşt bidiya, bela pê dida.

CILÛQÊ ÇÊ

F. Torinî Xallkonî

© EZKIME.COM – 06 Gulan 2018

About