ÇÛÇIKA MALÊ EHMEDÎ MESTÊ

Çûçikeke Mala Ehmedê Mestê hebûyê.

Çûçikê, xwarin û vexwarina xwe li xwedana bûye.

Bi ro li derve, li nav mala gerîyayê.

Bi şev hatîye xwedana û diketîyê pîna xwe.

Lê, li nav malan jî hêk kirîye.

Ji bo wê li cem me; merîyekî tu xêrê xwe bi xwedana tune be ,
li mal dike- dixwe,
li şûna karê mala xwe dihere,
karê xelkê dike,
wê demê dibêjin
“Çûçika Malê Ehmedî Mestê ye, li ba min e lê li nav malan jî hêke”.


MEM XELIKAN – BIRNEBUN 30

About