DEVÊ ZÊD

Ji gundekî Qulekê du bira hespên xwe wenda dibin.

Radibin li hespa digerin.

Bi peyatî gund bi gund hetanî Xelikên jêr (Gölyazi) diherin.

Hespan nabînin, lê him diwestin, him jî pir birçî dibin.

Li perî gund,
li derî malekê dixin,
bermalîya malê tê der,
jê re dibêjin:
“Em ji felan gundî ne.
Hal hekata xwe jê re kat dikin.
Em, mîvanê Xwedê ne, em birçî ne.”

Xanima malê, wan dawetî hundir dike.

Xwedîyê malê ji nav gund bi anîtin dide.

Birayê mezin xwe daye alî jor odê, bi xwedîyê malê re sohbetê dike.

Mêrê malê bangê xanima xwe dike; dibê:
“Xanim, ji mîvana re zadekî bi ser êrde.”

Xanim derdikeve şun va ji mêvanan, birayê biçûk jî tevli sohbetê dibe.

Xwedîyê malê, guh dide ser birayê biçûk dû re carek din banga bermalîya xwe dike.

Dibê; “Xanim were were,
bila zad daweste,
tu here berxekî serjêke, va deva ne devê zêd e”.


Bîrnebûn 30

About