DEVNEGİRTİN

FERHENGOK
Kurdî [Kurmancî] Tirkî
civat toplum
giregiran büyükler
salpiçûk yaşça küçük
xizan fakir
hajê hewûn bilgisi olmak
şîret nasihat
xwaştir daha güzel
cirm cürüm, sonuç
gilî laf, söz, sır
kanîstank kaynak, pınar
axelaran ağalar
kûz küp
nas tanıdık
gû (yek) (bir) bok
pak kirin temizlemek
dawî son, bitiş

Zemanekî li gundekî li welatê Romê (Anatolîya Navîn) civata mêran li odeyê Hemê Hecî rûniştiye.nuh-ates Şor hatiye ser ava xwaş. Mezin û giregiran her yekî şorek kiriye. Yekî gotiye, bi xwaşbûnê, di ser avê Kanîya Malê Huskê ra av tune. Yêkî din gotiye, ji avê bîrê Osî Cenê xwaştir av tune, heram e. Dirêj nekim, her kesekî şorekê kiriye.

De tu ware wê, hîngê li odeyan mezin û giregiran deng dikir. Ne edet bû, ku kesên salpiçûk yan xizan û şivan deng bikin û teve gilî û gotinan bibin. 

„Devî xwe bigre“, „şorê devî xwe bizane!“ Yan „ma te hay[1] jê şorê devî xwe hewe!“

Ev gotin û şîretên mezinan yên berê ji hêlekê da xizmete parastina hiyerarşîya civakî dikirin. Meriv dikane vana mîna çeşîdekî sansûre jî bi nav bike. Hereketnekirina li gorê wan bi risk wû, cirma xwe hewû. Carna şoreke bêdiqet û ne li gorê rism û edetên hîngê li serî merîya dibû bela.

Çelo jî li dawîyê odeyê rûniştîbûye. Çima ku şivantî kiriye, wî bîr, kanî û kanîstankên gund rind nas dikirine. Wî xwe negirtiye û teve şorê bûye û gotiye, walle di ser avê Kanîya Milosmên ra, av li rû dinyayê tune.

Axelaran di bin çavan ra bi nerazîbûnê berve wî mês kirine. Giregirekî gotiye, Çelo madem tu veng pê dizanî, de rabe here ji kanîya Milosmên kûzek av bîne, em vexwin. Giregirên din jî ning dane ser wî. Çelo ji neçarî rabûye û dev dayê rêya kanîya Milosmên ya li dûrî gund.

Bi rê da, ew raste mêriyekî nas tê. Mêrik jê dipirse û dibê, „Çelo xêr e, tu diherî ku derê?“

Çelo lêvegerandîye û gotiye: „Min gava din li odeya Hemê Hecî devê xwe negirt û gûyek xwar. 
Aniha jî, sewa ku devî xwe pak bikim, diherime ser kanîya Milosmên.“

BÎRNEBÛN – 2016


1. ha(y)jê hewûn: bilgisi-ne / haberi-ne sahip olmak

About