Germîya Arê Şivanan

Di jiyana gelê kurd de, şivanan û şivanîyê cihekî mezin girtiye. Cihekî ewqas mezin girtîye ku, gelê kurd her derd û kulên xwe, her êş û nalînên xwe, her dilşadî, her şên û şahîyên xwe bi şivanan ve parva kirine.

Li stranên kurdan yên dila mêzekin, kilamên wana yên şîna mêzekin, tim û tim gilîyên xwe bi şivên kirine, hawarên xwe li şivên kirine. Di jiyana wana de şivan û şivanî mîna sazîyek e; bi her derd û kulên wana ve, bi her êş û nalînên wana ve hempar e.

Keça ku ji dilgirtîyê xwe re, hezkirina xwe dîyar bike, gotîyê:

pezê xwe areng bike
wûne li ser sîngê min mexel bike

Di wê gotinê de, sîngê xwe yî gewr î kal ji pezê şivên re dike mexel, şewata dilê xwe û hezkirina xwe wisa tîne ziman. Şivan û şivanî di jiyana kurdan de sazîyên ewqas mezin in ku; dayîkek kurdan li mirina lawikê xwe di kilama xwe de dibê:

ro ji bana narin bana
tu keriyên şukirê neman hatin dana
Donik û Zurik çima newûn qurban
Xwîna ku mayî li dev–didana

Û lawikê xwe di şexsê şivên de dide nasîn û dipesîne. Mirina wî ya bi şevat; mîna şivanê pezê xwe di fêzê da, bê xwedî mayî tîne ziman. Keçên kurdan yên, ji hezkirîyên xwe, ji yarên xwe tu xêr nedîtî yî, yên ku dilên xwe ne çûyîne sêri jî gotine:

here lo lo ker şivano
sal biçûk î dil nizano

Yê nerind şivan e, yê nezan dîsa şivan e. Yarê xwe, hezkirîyê xwe, evîndarê xwe di şexsa şivên de rexne kirine. Bengînên kurdan, mêrxasên wana qehreman û cêmerin wana şivan e, nerindên gelê kurd, tirsonekên kurdan, nemêrên wana, nekesen wana jî şivan e. Li mirinên giran û bi şewat miriyê kurdan şivan e, li sevda û dilgirtinên wana evîndar şivan e.

Roj hatine pezên şivên, berxên wî, bilûra şivên, di kilam û stranên kurdan de têne ziman û derd û êşên wana dîyarî dikin. Mîna;

pezê kekî min mazmane
pîlî paşîyê yî bi qetrane
kekî min salê sê cara dadikete Semûlê
huro çima bi orxanê xwe nikane.

Bizbenda şivên, kerê şivên, hewan û bilûra şivên, çarix û dalaxên şivên, di sevdayên kurdan de, di şînên wana de, di êş û nalînên kurdan de, di şên û şahîyên wana de bi kurtasî di jîyana kurdan de tim û tim hene. Dem hatiye, ji malê dinê dev berdane û bizbenda şivên ji xwe re kirine hêvî, jiyana xwe bi bizbenda şivên girêdane. Gotine :

kuda kuda şivan kuda
şivên pezê xwe berda pêda pêda
çavê xelkê malê dinê
çavê min bizbenda belek benê bi pi da.

Û bi dil û can eşq û sevdayên xwe dîyarî kirine. Dem hatiye kurdan hêvîyên xwe li ber arê şivanan germ kirine. Dem hatiyê hewanên şivana ji sevdayên xwe tiji kirine. Dem hatiyê tirsên xwe yên civakî bi gurên dihatin pezên wan binav kirine. Ji bo vê yekê ez çûm cem şivanekî Xelikî, çûm cem Apê Yakûb. Apê Yakûb huro heyştî salî ye.

Yakûbê Elîfê qasî pênce salî şivanî kiriye. Navberekê mîna herkesî ew jî, ji ber tuneyîyê çûye Ewrûpê, lê ji wir,ji jiyana li wir hez nekiriye. Dest ji Ewrûpê berdaye, hatiyê gundê xwe, hatiyê Xelika û bi şuva dest bi şivanîyê kirîyê. Huro bi kurikên xwe ve li dawîya Çiyayê Înê Gewr, li Bêşaxila li cem pezê xwe jiyana xwe berdevam dike.

Min ji bo we, ji bo xwendavanên Bîrnebûn ê pirsin lê kirin. Pirsên min li ser jiyana şivanan û peyvên şivanan wûn. Ziman û peyvên şivanan taybetîyên xwe hene. Min,xwast ew wenda nebin û min ew ji Apê Yakûb pirs kirin. Bawer im hun ê bi kêfxweşîyekê bixwînin.

***

Tu yî çend salî wûyî, te dest bi Şivanîyê kir?

  • Ez î kurik wûm. Ez diçûme kuleka, serî kulekê sinîyek ard didane etikê min.

Tu yî çend salî wûyî ?

  • Panzde salî wûm.

Te tev û hev çend salan şivanî kir?

  • Çel-pênce salî.

Tu li navberekê çûyî Ewrûpê jî….

  • Erê, ez çûme Austuryê. Heyşt sala li wir mam, bi şuva vegerim.

Çima vegerî ?

  • Ew dera ne yê ji min re wû. Ez pir geriyam, min pir pere jî qezenc kirin. Min got; ez ê herim peznî xwe bistînim. Ez hatim min bîst û heyşt mî standin.

Apê Yakûb, axzên şivanîyê yên bi qar çiwûn?

  • Tiştekî şivanîyê yî bi qar tunewû. Ji pêz qoletir tiştek tunewû.

Wexta we çêre nedidî, we zikê pêz têrnedikir, li we bi qar nedihat?

  • Me hesabê pez têrkirinê tim dikir. Kê derê bi çêre ye, me di çav xwe re dikir. Emê ku da herinî, me dizanî. Pezî me birçî ma, li me biqar dihat. Lê, me ew hesaba tim dikir. Te got herdê şivanîyê yî biqar; berf-baran barî, li şili û şepelîyê em pêrişan diwûnî. Rokê, me êdin haziri dikir em herin ser mala. Kerîyên pir çûne gund, ez û Hemê Hecî Oxçî em diçûnî bêla. Berfê lêkir, rê li me girt, me pez li paş Çiyayî Înê Gewr kire Înê Mihî Ûsif, berf pir barî, derîyê Înê jî li me girt. Nan û ava me hewû, me ar jî dada. Lê em sê roja damîş bûnî.

Va çend sala berê wû?

  • Welle si-çel salî berê wû.

Paşê?

  • Paşê, sê roja şuva, hevalê min Hemê mêzkir kesek bi ser me de nehat, kulavê xwe li serê xwe pêçand, qulek di derî yê înê de ji hev kir. Derîyê înê berfê girtî bû. Me pez di înê de cihişt, em her-du şivan ji înê bi derketinî.

Pezê kê wû?

  • Em diçûnî bêla. Pezê Ûsikê Qume, yê Osmanî Hecî û çend cîranên din wû.

Sê roja di înê de we çikir?

  • Me pezek serjê kir, nan û aw jî hewû. Em ji înê derketinî şuva, em hatinî neqevê Êlnix, me kire qîrini. Şêxê Husnê Kero, Kerîm û çend gundîyên din bêr,yawe heynan çûn derê înê ji hev kirin rê kirin berfê û pez anîn gund.

Taybetîyên şivanîyê çi ne? Şivanekî baş yê çing we? Qural û qaîdên şivanîyê çi ne ?

– Şivanî rind ê qarok we. Ê pezî xwe rind biçêrîne, têr bike, pezî xwe yê bi goşt we. Yêk hate nava pêz dixwaze bêje “maşella, çi pez çêrandiye ” ku pezî xwe çê newû yê bêje “ha, durzî te pez neçirandiye, pez gî qir bûye ” salên bê baran û çêre nediwûyî; me xwe bi zorê digihande zeviya û xermana. Şivanekî rind, rindiya vî ne pez çêrandin tenê ye. Dixwaze pezê xwe biparêze, nede gur û diza… Ha.., gura !, kuçikên me hewûn. Fersend nedidane gura. Kuçikên raserê kin, yên birevin herin. Min carekê, du gur kuştin. Ez, bi Elê Hecî Oxçî ve wûnî. Rokê di ber wê, gura mîyeke min xweriwûn. Mest hevalê min e, Hesî Besê ji hevalê Elê wû. Em du keri wûnî. Li çatiya Gomê Mestê, Elê mêz kir ji axza Kostongilê de du gur ê têne, Elê go; yên te yê têne. Min,kuçik kirine kortê . Gur giran giran berve me dihatin . Rind nêzik bûn ; min kuçik berdan , yek li neqeva Kevire Gevr vebçirîn , yê din meydan stand û revî . Lê kuçika ew jî li Hewşoyî Şebên girtin û ew jî kuştin. Min herdu gur avêtin ser kerê ; anin ber camîya gund. Gund li me civîya. Bektaşê Umê heyfa mêra got; “ yê ku bixwe pêdixwine, gura çing dikujine.” Dûwa peren dane me , min û Elê me li hev par kir .

Gêçim ( dewar )ê bi qar bû . Perê ku didane me hendik wûn, xwarin û vexwarina me, kincên me li ser axa wûn. Perê ku didane me jî, me pê kurik xwedî dikirin. Pere jî yê wingê bi qîmet wûn. Ez çûme eskerê, pênc qayme ji min re berhev bûn, ez ji wir da, bi pir pera hatim.

Te pere ji ku anîn ?

  • Min qaçax derbase Surîyê dikirin . Wana jî pere didan min. Ez bi pir peran vegerim. Ez hatim gund, bi wan perena min sê-çar parsel standin. Min ew dirişandin nerustin. Me bi tîranê kar dikir. Ew perana jî weng wenda bûn çûn.

Apê Yakûb ji min re qala pêz bike. We digot “li gerem diçêre, alêş ke, fêz ke, koz ke ” manayên wana çi ne?

  • Li gerem çêrîn;duzgûn li rêzekê çêrîn e. Pezî nêr; bi nîvro me dida fêza, ku te pez ji fêzê rakir ku here çêrê; tê bêjî alêş ke. Ji fêzê rakirin û berdana çêrê ye.

Wekî din peyvên mîna vana hene, ji min re bêje.

  • Ku berve neqevekî te pez bir, tê bêjî hemilî ke. Kozkirin;ji dankirinê şûva berx ji pêz vedane. Bême çi, nizam.

Axakî rind , Ableke rind yên çing bin?

  • Axakî rind yê şivanî xwe çav ke heqê vî nexwe, pera pira bide. Kêmayî yê mala şivanî xwe bike. Able jî a nanê wî, rûnê şivên pirê dêke, qîmetê vî bizane, şivan ê jê xwaş be. Abla nanê şivanan rind nedanê, şivan ê li çolê hê pir pezî serjêkin. “Na,lo ”, me digot “mirar bûyê ”, me post (eyar) dianî mal.

Cirî çi ye?

  • Tu çuyî pezê axakî, nanî te mala axa yê bide. Tu çuyî bêla, her rokê malek a nên bide şivên,ew cirî ye.

Bêl çi ne?

  • Bêl; pezê heft-deh cîrana ye. Ne pezê maleke tenê.

Lê bêrî, bêrîvan…

  • Bêrî, pez dotin e, ya ku didoşe berîvan e, yek ê serî pêz bigire, yek jî, yê bibêrîye de. Pez pir bû, du meri yên bidoşin. Bêrî xilas bû, tê berxa berdî pêz, ew, dankirin e, jê bi şuva jî tê koz kî, berxa ji pêz vedî.

Vî meriyên pêz rind didoşin re digotin çi?

  • Helebî. Li gundî me, Hecîyê Mestî Nazê û Bexda jina Ûsivî Mala Hecbekir ve herdu yên helebî wûn. Wana pez didotin gûstilk diavitin helbê şîr, diketin qare hev ka kîjan pît didoşe û gûstîlkê bi ser helbê, bi ser şîr dixe.

Serê pêz girtinê û pez dayînê bêrîyê jî taybetine xwe hewûn?

  • Serigirtinê ne, lê dayîna bêrîyê bi qar wû. Pez qole nê bêrîyê. Osî Qewê rind yek bi yek dida bêrîyê.

Apê Yakûb, te qe pez bire Samûlê?

  • Erê. Hetanî Polatliyê çêre bi çêre me dibir. Li Polatliyê, me li tirenê bar dikir û dibire Samûlê.

We pez li wir dida kê?

  • Me dida qomîsyonê.

Li rêya Semûlê qe tiştek hate serê te?

  • Na.

Ji min re qala pez dankirine bike.

  • Mîyek za; siftê, em ê şîrê dakê bi devê berxê de bidoşinî. Va qoçkirin e, jê bi şuva berx a bi xwe rabe ser xwe bimije, têr xwar em ê berxê ji ber dakê bigirin têkinî kozê. Li dankirinê berx ê li nav pêz belav bin. Her yeka daka xwe bi xwe bivîne. Ez î nasber wûm. Min ji Bektêş re sêsed pez dan dikir. Min yek bi yek dizani kîjan berx a kîjan mîyê ye.

Şevîn çi yê?

  • Şevînê ! Pez ê bi êvarê were hewşoya, mexel be. Tu yê nanî xwe bixwî, bîstekê rakevî, destek xewî xwe heynî. Ji nîvî şevê şuva; tu yê rawî, pêz ji hewşo bikişînî û berdî çêrê. Biçêrînî, hetanî têr xwar. Dûva tê wûnî hewşo, ew şevîn e.

Berxê makmij?

  • Berxin ê hene ji dan hatine birînê jî, kîjan mî rast hatê a wê yê bimije. Vi wê re dibên berxê makmij. Li herdê me, vi merîyê binar re dibên mîna berxa makmij e.

Lê, beremak?

  • Ji bo ku berx rind goşt bigirin û çê bibin pez nêdotin û berx ê teve pêz him biçêrin û him şîrê pêz bimijin, ewa beremakkirin e.

Kulek çi ne?

  • Berx û kavirên jar in.

Ketina kûyê, giskê oxintî, serê pêz, manayên wana çi ne?

  • Li germê pez ê serê xwe di ber hev ke, bi rê nare. Ew ketina kûyê. Vi gîskên jar re, dibên gîskê oxintîyê. Li dol û daweta ku oxintî dişandin; ji oxintîyên bêdil re gîskekî jar, pezeke jar dişandin. Ji bo wê merîyekî xiş û xalî ne yî li ser xwe re, dibên mîna gîskî oxintî ye. Serê pêz jî, pêz dest bi zayînê kir em ê bêjin serê pêz ketê.

Apê Yakûb dajo (dûajo)karê xwe çi wû ?

  • Dajo berdestikê serşivên e. Dajo xwê dihêrî, pez xwê dida,av tîna,şîv dikeland. Serşivan çû gund li cem şivanê din alîkarîya vî dikir.

Xwêdan ê çing wû ?

  • Li çolê, li ber mala, li ber goma kevirê xwêdanîyê hewûn. Me pez li wir xwê dida. Dixwaze xwê kêm li berkî, te pir xwê kir û pêz ava xwe jî rind heynana yê ber bavê.

Bizbendgirêdayîn ji min re kat ke ..

  • Mîya bizbendê yê belî ye. Ne gereg e bi goşt we. Me zengilek bi sûve dikir. Mîya bizbendê te, ben avitê dixwaze nelive. Peznê hene xêrê bi şivên nakin, yê tim rawin û xwe rakişînin. Ew, nawe mîya bizbendê. Nîle tu rakevî, peza bizbendê, gur hat, diz hat û pez ji fêzê rawû, ya xwe bikişîne û şivên ji xewê rake, şivên bi xwe bihêsîne(şîyarke). Mîyeke mine bizbendê hewû, pez rawû, çû, bi lingê xwe serê min dixurand û ez ji xewê radikirim. Mîyeke wiqas biaqil wû.

Ciyên pêz ; gom , hewşo , hwd . ji min re navên wana bêje.

  • Hewşo ji qamiş çêdikirin , me zivistanê pez dikirê . Fêz, çarnaxeke pan e, dûz e, pêştê fêza ya were bê. Fêze li dervayî gund in. Pezê li wir mexalê û fêsê. Şivan jî, yê kûçikê xwe yalke, kerê xwe biewirîne û têr bike, nanê xwe bixwe. Dor olî fêza yî ji heve li dor alî fêza tu harim û tiştekî din tune ye. Gom ê hene, gom ê li gund in. Mala ke pezî xwe heyî, heryekê gomeke xwe jî heye. Gomê, mîna mala sergirti ne. Li çîya în ê hene, li dupîyê me pez dikirê.Mexal jî yê nêzikî gund in. Bi nivro me pez dibir ser mala, pezî sewr, pezî nêr me li mexela mexel dikir. Pez î were dotinê û pez î dang we yê here ser mala. Li gundê me, Mexelê Kaşo, Mexelê Malê Hec Reşîd, Fêza Morik, Îna Mihî Ûsif, Hewşoyê Bêşaxila hwd. Hene.

Te qe li gundên yad jî pez çêrand ?

  • A.ha…li gundên Polatlîyê, li gundên Haymanê. Axlera li wana gundana herd me ra disitandin. Hewşo dadinan, hetanî bihar dihat me pez li wir bi xwedî dikir û diçêrand. Bihar hat, me radikir , hewşo dixelandin û em dihatin dor alîyê gund.

Te li kîjan gundan pez çêrand ?

  • Li Palancî min çêrand . Ez û Hecîyê Oxçî me li Palancîyê çêrand.

Lê Boxazqeya ?

  • Na, ez qe neçûme wira. Pezê mala Hec Reşîd pir diçû wira. Li Boxazqeyayê Mala Simo; merîyê wana wûn, şivanên wana diçûn wire.

Di kilamên me de Hewşoyê Mixkê derbas dibe; ew li kêderê ye?

  • Ew li Palancîyê, nêzikê Polatliyê ye.

Li wê wextê dizi pir diwû ?

  • Ha, me dizi pir dikir. Em, di bin şevê re dadiketin keriya, me sê-çar-pênc pez vetiqetandin, dianîn nava pezê xwe. Hen me dixwarin, hen jî me difirotin. Tuneyî wû, me dikire xerclix. Me bi diziyê debara mala xwe dikir. Pezê Mala Îdê, gî şivana xwar.

Pezê hûn li ber jî dihate dizînê?

  • Dihate dizînê lê.

Axa ew ji heqê we da nedibirî ?

  • Na, na me ew pê ne dihêsandin.

Lê, çima dibêne şivan dikişandin hoda, lê dixistin.

  • Erê, dikişandin hoda lê, wana înkar dikirin. Hesenê Mala Hecbekir pir li Memedê Zêwê Osê xist. Memed li Qirpoxli panzde pezên wana firorotine. Şivanekî Qirpoxli xeber dayîbû wana, ji pezê Memed panzde pez bir kirin birin. Ez diçûme cem Hecî Malê Hec Reşid min digot; li ser kavirekî pera bide min, perê bidana, paşê min rê lêdikir. Min postekê ( eyar )bi mala Axe da. Min digot ; mir, gur xwar . Me rê lê dikir.

Kerê şivên?

  • Kerê şivên ; hevalê şivên e. Semerî li pişt wû , têr ê li pişt e, kulav î li ser e, nan î di têrê de ye . Ker û têra şivên ;mitfaqa şivên wû . Kerî rind ê vi pez re bigere, nareve.

Di hewanên şivan de çi hewû?

  • Çi hewê? Nan, pizav, qampîr, hêk, mast, goşt, rûn, hertiştek hewû.

Li herdê me, beranberdan ê şên wû?

– Beranberdan li herde me ne, li Hec Bekirê yê pire şên wû.

Weng e….

Wexta wana beran berdidan ; beran dixemilandin . Dol û zirne ya were yê berana areng kin. Nênik û mori bi sû berana de dikirin.

Hec Bekir ê kurmanc e weng ne ?

  • Erê , yê girêdayîyê Balayê Hêcibîn e. Me pez her ro sibê dihêcmard . Şivanekê rêzke , yek jî yê bihecmire. Zo yek , dudi , şeş fer , heft fer.


Zo çi ye ? Fer çi ye ?

  • Zo bi zo; dudi bi dudi. Fer yek e, zo dudi ne.

Apê Yakûb , li kilame kurda mêske , derd û kulên xwe tim bi şivan re parva kirine, çima?

  • Ez wê , nizanim.Tu here wê ji Tetê pirs ke.

Çima Tetê?

  • Welle nizanim . Ew a ji te re kilama şivên bêje.

Bilûr.

  • Bilûrê ez nizanim. Çîno, rind lê dixist. Çopir, Hecî Memî Turinç ; ew ên bilûrvan bûn.

Ji min re ji berxê de bigire, yek bi yek navî pêz bihecmire.

  • Mê; berx, kavirê xam (yekberî) bijajtîr (berdîr) mî Nêr; berx, kavir, mazman (kavirê nêr û xesandî ye ) û beran.

Lê bizin?

  • Mê ; kar , gîsk , bizin Nêr ; karê nêr gîskê nêr nêri ( seyîs ).

Apê Yakûb navê zengila jî bêje …

  • Çan , yêdeg , gumbirdaq, zîl, tiq, zengil, çaqirdaq.

Qolît çi ye?

  • Ciyê berxa ye . Berx kozkirin ; dikirine qolîta . Herd dikolan , ser bi qamiş û kayê digirtin û xwelî dikirin , berxê virnî dikirinê.

Lê koz?

  • Koz ; ji dankirinê bi şuva , berx ji pêz vedayîn ( veqetandin )e, ew;kozkirin e.

Tiştekî serê te re derbas bûyî , te ji bîrnekirî tê ji min re kat kî?

  • Qe jî tiştekî weng serê min ra derbas newû . Mest , bi ber dûpîyê keti wû , rêya xwe wenda kiriye , çûye Girê Qocê , kirîk bicemide . Li Girê Qocê kiriwûn nava kong . Hê li herdê me vi wî hefteyî re dibên; “Dupîya Mestê ”.

Qe tiştek serê tere derbas newû? Te dizi jî nekir?

  • Ha, min dizi pir kir. Tosinekî Kostangîlê hewû, çavên min tim di dû vî wûn. Em sê keri wûn; ez , Hecî Mûsê , Mehmedê Allê , Mehmedê Şixî Kaşê, Hus Keçel, Qarto hevalê hev û dû nî, em ê li çiyayê gund wûnî. Rokê , ez û Hecî Mûsê me kêndirek heyna em çûnî. Me tosin li ser Kanîyê Hesî Mille girt, me anî navê çave çiyayî Înê Gewr serjêkir. Me goşt ji hestîya kir û hesti dibin zinara de veşartin. Me goşt, bire Fêzê Morik, me heftekî dixwar . Di biroşa de, di ecema de me dikeland, ge jî me dibraşt.

Hûn ê birçî wûn we dizi dikir?

  • Na lo, me zati dizi dikir. Ew goştê tosin; bi ro me li siya zinara rêdixist. Rokê goşt; diber Hus Keçelê de ma, kirîk fetise. Me, bi kutê li gepirê xist û ji qirikê bi derxist.

Arê şivana, carekê qala arê şivana bike…

  • Arê xwe; me ji kerma,ji sêp,ji dar û ber dadida. Me, ar di berve dikir û vêdixist. Me çay û şîv li ser dikeland. Rojên sar û serma, me xwe li ber germ dikir.

Pir spas dikim, bi vê kalbûna xwe te ez neşikandim û te sohbetekê xwaş kir.

Tiştekî din î tu bêjî heye?

  • Na Xwedê îşê te rast wûne, de here,lê rokê were Bêşaxila ji tere berxekê serjêkim, em dîsa deng kinî.

​(Bîrnebûn hejmar 23 – Havîn 2004)

About