GOŞTÊ XINZIR

mxelikanRoke yekşemîyê Îbram, ji mal biderket. Xwe avite, kolanên bajarê Bremen'ê ji bo ew roka tatîlê wû, dixwast wexta xwe xwaş derbas bike.

Li kolanê, ser der û rêya vî çiqas dûkan û vîtrinên wana hebûn giştik yek bi yek temaşe kirin û nêrîn. Li wê gera xwe, mêze kir westîyaye. Dor û paş xwe nêrî, dereke lê çayekê wexve û vêsê gerîya. Bi qasî sed an duhsed metroyî çû rastê bexçekî çayê hat. Çû û li masekê rûnişt, banga qarson kir çayek xwast. Çaya xwe qult bi qult, bi kêfekî vedixar Di serê xwe de jî, mal xule dikirin.

15-20 sal in, li vî welatî xerîb, vî bajarî yad karkerî dikir. Gelek hemwelatîyên vî hebûn, li wira. Lê Îbo qet bi kesî re navbera xwe neyê xwaş wû. Îbo, bi xwe û xwe digot << tu mêr in, rindî û xeravî yan ji hev nakine derê. Hevalekî mîna min î canfeda qîmetê nizanîne>>. Banga garson kir, çayek din xwast. Di wê navberê de, du xort hatin li masa kêleka Îbrêm rûniştin. Guh da ser wana, mêze kir herdu xort bi kurdî deng dikine, him jî bi devê kurdîya Îbram dizane. Îbram, bi wê yekê kêfxwaş bû. Raste hemwelatîne xwe hatiwû. Rabû, çû maseya wana.

– Merheba xortino, hûn ji kê derê ne?

– Merheba, em ji Konyayê ne. Got, Hecî.

– Navê min Îbram e, ez jî ji Kurdên Konyayê me, kurdên Kuluyê. Lê hûn? Ji wan xortana, Hecî yê bi salan mezin;

– Em jî, ji gundekî Kuluyê nî. Navê min Hecî, yê hevalî min jî Miçe, got.

Hecî û Miçê, çayek îkramê Îbrêm kirin. Her sêyan, demeke dirêj sohbet kirin. Sohbeta wana, li ser welêt wû. Gundên hevdu, ji gundên hev; kî, kê nas dikê ji hev pirsîyan. Her sê jî li vî welatî xerîb, ji bo ku raste hevdu hatine pir kêfxwaş bûn. Hecî û Miç telebe wûn. Li Bremenê dibistana bilind dixwandin. Ew herduyana, bi naskirina Îbrêm hê kêfxwaş bûyîwûn. Bi ser wê sohbeta xwaş de, navnîşanên malên xwe dane hevûdu. Ji bo ku ji wê rokê şuva jî li hevdu bigerin, şor dane hevdu û xatir xwastin û veqetîyan. Dû wê rasthatinê re her sê heval car caran li vî bexçeyî pir caran jî li mala Hecî û Miçê, digêheştine hev û navbera wana de hevaltîyek baş çê bû.

Hecî û Miç; xwendevan wûn. Wexte wana yên herin mala Îbrêm tune wû. Her şemî an jî yekşemîyê, Îbram dihate zîyareta wana. Li wir, nanê xwe dixwar, çaya xwe vedixwar, sohbeta xwe dikirin û bi hurmetekî mezin jî bi rê diket. Li her hatineke xwe jî, digot;

– 5 – 6 meh in, em heval in. Hûn qet nehatin mala min. Ezî tim tême mala we. Hûn telebe ne, qezenca we tuneyê. Waya li min pir bi qar tê yê. Carekê werin mala min, ka ez ji we re çi xwarina hazir dikim. Ez, xwarina pir baş dikelînim. Eger hûn, nehatin carek din ez jî nayêm vira û qet li we nagerim, got. Hecî; ji bo xwarin û qirikê ve pir xerav wû. Wa ya teklifa pir çû xoşê. Bi ser wê gotinê Îbrêm de;

 

– Miçê; Îbram rast dibêje. Heftî pêş me, em mîvanê Îbrêm in got.

– Miçê; kekê, tu dizanî got.

Îbrêm;

– Erê, heftê pêş roja yekşemîyê hûn mîvanên min in. Ez ê ji we re bi dest xwe xwarina çêkim. Werin carekê jî, ez hizmeta we bikim. Ez ê bendewar bim, got û xatirê xwe xwast çû. Hecî, mîna ku der rê ya hecacî ya dipa, bi ben yekşemî berve xwe dikişand. Yekşemî hat. Hecî û Miç, ketin rê herin mala Îbrêm. Gêhiştin mala Îbrêm, Îbramî di teleşeke mezin de wû. Çay hazir kiriye, sifre dadigirt. Dû çay wexwarinê ve, Îbrêm sifra mîvana çêdikir. Xwarin hat; Zeleteke qampîra û yek kase dev bûn. Hecî, ev sifra dît şuva mirûz tahl kir û xem û xeyalên vî yên ji bo xwarina wê rokê ve, Gihiştik berba bûn û belav bûn. Hecî û Miçê, ji fedîyn re yek parî ji zeletê xwarin û dev vexwarin, ji sifrê bi dûr ketin.

– Hecî;

– Îbram, te zehmet kiriyê. Em, hê bi rê neketin me xwarin xwar û em hatin. Emê têrin. Qusurê me, nenêre. Ne bê; nana min di qavê de cihiştin. Tu dizanî, em xwendewan in dersê me hene. Te misade kir, em dixwazin herin mal. Xatirê xwe xwastin û bi rê ketin. Herdu heval, kor poşman, vegerîn. Hecî; bi rê de, vi Miçê re ji bo Îbrêm << carek din jî werî, ez, dizanim ji te re çi bikim.>> got.

– Miçê; çima?

– Hecî, ka xwarinên xwaş, ka xwarinên Îbrêm xwe pê dipesandin wana ne? Ez, dizanim li te çi bikim. Got. Du hefta şuva, Hecî ji der goştinî berxa û xerca malê çi yê kirî, bi kêfekî xwaşhate mal. Ew goşta da ser êr, zelete – meze û ji vexwarinê re çi tê bîra we, ew hazir dikirin û masa ya xwe ya xwarinê dixemiland.

Miçê;

– işalla, Îbram huro nê, got.

Hecî;

– Xwaska were, ez dizanim çi bikim.
Di vî devî de, ji der de di pencerê de qeratî ya Îbrêm xuya kir û zîlê derî lêket. Miçê, derî vekir û Îbram kerem kir, anîhundir. Hecî, silav da Îbrêm û çerxe masa ya xwe bû. Ew wek dixwaze xemiland şuva, bane Miçê kir; were em, xwa rina xwe bixwinî got. Ji Îbrêm re jî << qusûrê nenêre Îbram, ezî te jî dawete masêkime; lê waya, goştê xinzire.>> got.

Îbrêm – na na, ew çi yê. Istafirilla, ji wana salana şuva ezî goştê xinzir bixwime? Zatî ez î rûnenime. Herime cem hevalekî. Ez, davetkirim. Min go, ka hûn çi dikine pêçekê we bipirsim, derbase cem vî hevalî bim. Got û biderket. Dû vê, Hecî ji Miçê re; << tu herî Îbram>>

BÎRNEBÛN 34, HAVÎN 2007

About