HERG PI MOTIR

Traktor (motir) ji salên 1952-1953'an bi şûnda hatiwûn gundê me. Bi hatinê motiran terle û zevî'ên xelkê hîng zû dihatin heynandin û dînandine. Bi mane ku, herkesî îmkanê xwe tune wû, bi ê motiran xwe hawûn re diwûn hortax. Bi heta terle'ên gundên dorûpaş, pi motirên gundî me dihatin ajotine. Li wî zemanî, li gundî me, motirên çend malan hewûn (hebûn). Ji pêşî da, ê Malan mîna Îdî Malê Îdê, Bekteşê Umê û Malê Hodkê. Paşê ê Malên mîna Hecî'ê Milosmên, Hecelî'ê Eptillî Mozê û Hesî Xotûnê. Ji paş de jî, li salên heftî, ê Malan mîna Osî Yoxi û Ewê. Merqên motiran gund hîngê John Deere, Vevey, Massey Harrîs, Ford û Case wûn (bûn). Seva ku, rengê John Deere hêşin e, jê re hîngê digotin motirê hêşin. Bi motira mîna Massey Harrîs sor jî digotin motirê sor.

Ê hîn weng têye bîra min, ya hezarnehsidşêstûsisê ya jî çar wû, zemanê hergan wûn. Ez û Mistefa, em'ê li ser Maseharîsê Hecelî wûn. Mistefa'ê din û Meço jî, li ser Johnderê Hesê wûn. Elî û Memişko jî li ser motirê Malê Hecî'ê berê wûn. Elî ji gundê Eltilerê wû. Wî hîngê ew motirê Vevey ji Malê Hecî standî wû. Me teve hev terle'ên gundên Bale'ê diajotin. Em'ê li gundekî Kurmancan wûn. Gundekî di nav çiya û neqevan de ye. Ji Bale'ê neha-deha kilometre dûr e. Hîngê gundekî pir bi tirs û xof wû. Te ê hîna bikî, ji sado (sibê) de heta nivî şevê, têda sileh û tifang dihatin teqandine. Kes, nediwêrî der keve derva, ne bi ro û ne jî bi şev. Me çend mihan li wan deran terle'ên wan gundan ajotî wûn.

Me hergên wan deran temam kiri wûn. Em'ê êdin giran giran werinî gund mal. Em bi axên wî gundan ve, li bin tentekî rûniştinî wûn. Ew jî hatibûn ku xatirê xwe ji me bistînin. Me dît ku, yek ji wî gundî berve me têye. Ew hat û nêzik bû. Bi xwedê ve (be), ji serî de heta bini tijî sileh wû. Wî bi dengekî blind û hêrs got: ''Çûyîna çi ye?'' Ji axa ra: ''Hûn terine ku, kêm bibin herin.'' Axê zatin ew çing ditî wûn, ê hazir wûn, ji hêl de rawûn û rivîn. Dest û pî'ên me jî li hev piçikîwûn. Me got: “No ê yekî ji me bikuje!” Wî got: “- Terleyeke min'ê heye. Hûn'ê herine wê bajone. Hûn neçûn, ez'ê we gîştikan li vir bikujim.” Na deng ji Hecelî, na jî ji Hesê û na jî ji Elê derket. Hesê xwast deng bi şorê bike, kire kime kim. Wî xwe çexê Hesê kir û lê mês kir, ji xeberê, li ser hevdu got: ''- Xalê Fîto, xalê Fîto tu dengî xwe meke.'' Me êdin got, Hesê tu êdin dengî meke. Herkesî du-sê şorê xwe kirin. Her ku Hesê jî tiştekî bêye, ê bigota: ''Ma xalê Fîto dengî xwe neke.” Elemaşkira, wî ji Hesê hez nakiri wû. Ji axzeyeke jî, em'ê ditirsinî jî.

Me êdin bi gotinê wî xortî kir. Lê, terle li navî çawekî (çiyayekî) wû. De em' ê çing hernî wir. Ne mimkûn bû ku, ji wan motiran yek bi pulux pêda hêlbikişe. Hesê got: “Motirî min Jonhdere ye, nikane here.” Motirê Elî jî, Veyvey e. Êdin Hecelî, bi min û Mistafe'ê re got: “Hûn rabin ser xwe, hîng belayek nahatiye serî me. Herin terle'ê wî bikin herg.” Em rabûn ser xwe, me pulux bi Maseharîs de kir û berve wî çiya'î ajot. Me li paş xwe mês kir, ew jî bi pêya li dû me têye. Mistefê got: “ Li ba min î nawêre nêzike me bibe.” Paşê me hevisî wû ku, seva parastina xwe dikiriye. Ka hen wî teqîp dikine, yan na. Em hatin gihiştinî nava wî çiya'î. Me qet zeman nekiri bû navberê, em ketin nav terle û me dest pi hergê kir. Bi xwede vê ,tu qemişê nabîyî lê mês bikî, kevirek têda tune bû. Dûz bû, wekî çiya'î Bişexlo. Çil-pênce donim hewûn, tunewûn. Keleka terle tiji koka daran wû. Berê li ser wî çoyî (çiya'î) darê hawûne. Êdin wî ya jî bavkekî wî darê birandine û ji xwe re ew erda kiriye terleyek. Em çend caran di dor terle re çex bûnî wûn. Giran giran şevêreş jî dibû. Wî destê xwe ji me re heynand, em dastinî, ew hat ba me û got: “Hûn'ê bi şev jî terle bajone. Lê, çirên motirî xwe vemexin.” Ew ditirsî ku, keseke çirê motir di terle wî de bibîne û xeberê bi dijminên wî de. Puluxê me î bi çar saça wû, me derece ji mazin kiri wû. Bi Qurana ve, wî pariyek nan daye me jî. Me ew terle hate seda ajot û xelas kir. Em rind jî birçî bûwûn. Me tişt û tezgeha xwe giran giran berhev dikir ku, em êdin ji hergê derkevin. Me dît ku, du jinên berve me têne, yeka genc û yek jî pîr wû. Ew hatin gihiştine me. Pîrê got: “Ez daka (dayika) wî lawkî me, ew jî bûka min e. Di malê min de rûn tune, teng nanî heye, teng jî bulxurî heye. Wekî din jî, tuştek tune. Me ji we re zadek (pîlavek) kir. Lê, têda rûn tune. ”

Mêrkê Pîrkê zûva miri wû. Ji wî, ew xorta bi tene wûye. Ew jî berdûşekî bi serê xwe wû. Ew zûzû diçûye derûdeştan û pir dereng jî vedigeriye mal. Roke dîsa weng, lawkê pîrkê li aspê (hespê) xwe siwarbûye û çûye gundekî dolê (daweteke). Wî li wir, di govende de keçikeke ditîye û dilê xwe ketiye wê. Keçike bi zorê li haspî /aspî/ xwe niştandiye û rivandiye. Pîrê êdin ew keçika ji xwe re kiriye bûk. Pîrê ew jî me re got: ''Bûkê çend sala kurik jê nedibûne. Lê, ew'ê niha bi ducana ye û çend roke xwe jî mayîne. '' Jikîk lawkî pîre ew rivandiya, ew neçûye gundê xwe. Ew jî got: “Kengê dergûşa wê bibe, ez'ê wê bişînim ba bavana, wana qebul kiriye, ê qebul bikin, nekirine, min a destî kir.” Me him guh dida ser pîrê, him jî ew pîlava bi avê kiri, bi tameke xwar û zikê xwe têr kir.

Wext hat, em li motirê xwe niştin û daketin jêri. Em hatin şûna xwe. Lawkê pîrê jî li wir wû. Hecelî dipa ku, ew'î heqî hergê bide. Wî got, “Tu pereyek ez bi we dim tunene. Lê, werin malê min, xaniyekî min'î tiji çekûçol heye, çî bi we lazim e, heynin û bibin. Pê re jî got “Eger hûn bixwazin werin mala min, di paş wî neqeve re werin, hîngê qurşin li we nakevin.” Êdin me yek ji wî gundî bi xwe re bir. Em çûnî mala wî. Wî em birin xaniyekî, ku têda te got çi, hewû. Lê, tiştekî bi me lazim bibaya jî, tune wû. Me êdin du silehên pasgirtî, çend qurşin, çend lastîkan kevne ên traktoran heynand û em ji wir bi dûr ketin. Em hatin ba hevalan, wanan jî motirên xwe hazir kiri wûn. Me her sisê motiran da pê hev û me berve gundê xwe ajot.

 

HERG PI MOTIR
F. Torinî Xallkonî
© Ezkime.com – 18.03.2018

About