Hût

ÇÊROKA HÛT* Amedekar: Nuhê Hecî Malê Herşîd

Çi hebûye û çi tunebûye, Hûtek hebûye. Wî meriv dixwarine!…

Hût dibihîze ku keçikeke malekê hebûye. Ew piçûka malê bûye. Yeka pir rind bûye. Hût dihere wê ji xwe ra dixwaze. Xwedanê keçikê jî wê li Hût mahr dikin û şûna cîz hespekî surre didine keçika xwe…

Hesp du mûyên xwe dide keçikê û dibê, „ kîngê tu ketî tengiyê, van her du mûyên min bi hev bike, hîngê ez ê xwe bi te gîhînim!“

Mala Hût li serê çiyakî bûye. Hût bi jinika xwe ra dibê, „ez siwê diherime kar û êvarê vedigerim mal. Ew î malê bi ser jinikê da cîhdihile û temeyeke jî li wê dike, dibê, „odeyeka malê piçûk heye, nekeve wê !“ Jinik bi vê gotina merê xwe dikeve şikê. Rokê Hût dîsa dihere derva. Di mala xewle da, jinik dikeva odeya piçûk. Mat dimê, çi mêz ke, odeyê tijî cesedên bi darda kirî û hestiyên meriva ye. Jinik pir ditirse, mûyên hesp bi hev dike…

Hespê surre bi jinikê ra dibê, „Hûtê hîro me bixwe, em birevin!“ Jinik kincê mêran li xwe dike, dikeve asima mêran, li hêsp sîwar dibe û lêdixe dihere. Der bi der li cîh û warekî ku lê dewara xwe bike digere. Li gundekî, li mala pîreke ku bi lawikê xwe yê bi tenê va dimê dibe mêvan. Pîrejinê dilê xwe pê dişewite û dibê,“were li ba me bişaxile!“

Demek derbas dibe, pîrejin bi rabûn û rûniştinên wê dikeve şikê û bi lawikê xwe ra dibê, „va yî mîna jina ye. Em ê bala xwe pêdin ka çi cisn e. Li dûv here û gava ku wî av rijand, mêla xwe pêde ka mêr e yan jin e?“ Hesp cîhlê xwedîya xwe derheqa şik û plana pîrejinê da heşiyar dike û dibe, „di qamîşekî ra avê birijîne!“ Vê cara, pîrejîn ji lawikê xwe ra dibê, „gava ku ew bi darê da helkişî, tu jî di dûv ra helkişe û destê xwe biavê navranê, ka jin e yan mêr e!“

Hesp tavile xwedîya xwe heşiyar dike û dibê, kevokekê bikûjê û li navrana xwe girêde!“ Pîrejin ji lawikê xwe ra dibê, „ wexta ku kete nav nivîna, here bikeve cem û pê ra bilize û bi destan li pêsîrên wî binihêre.!“ Welhesil pîrê û lawikê wê tê tînin derê ku ew kesê ku wan ji xwe ra pale ragirtî jin e… Pîrê wê li lawikê xwe mahr dike. Rokê lawikê pîrê dihere eskeriye. Jina wî bi ducana ye. Wexta xwe tê, ew cewiyan tîne dinyayê, du lawikên termîzêrîn. Dayika cêwiyan ji mere xwe ra nameyeke bi rê dike, tê da mizgîna cêwiyan dide wî. Namebir dide rê û nameye di bin şebqa xwe da vedişêrê. Namebir, bi rê da diweste, li keviya çemekî gavekî xwe dirêj dike. Dikeve xewê. Hût di wir ra derbas dibe û namebir dibîne. Nameya di bin şebqa wî da dixwîne. Ew nameyê diguhêre, tê da şûna cêwiyan, “du cêwrikan” dinivîsîne. Lawê pîrejinê nameya dixwîne û pê bi ber xwe dikeve. Ji dîya xwe ra cewabê dişîne û dibê, “bukê bi cewrikan va biqewitîne!” Jinik bi cêwiyên xwe va bar dike û dihere li dawiya gund di gomekê da rûdine. Arekî xwe dadide û bi zarokan va xwe li ber germ dike. Hût bi ser wan da tê û dibê, “ez te bi çîgî yan jî bi braştî bixwim?!” Jinik dibê, “min bi braştî bixwe!” Û di wê navberê da, ew mûyên hesp bi hev dike û paşê, sewê ku Hût pê nehêse, mûyan diavê nav êr. Hesp tavile tê û Hût dikû- je. Çerxe jinikê dibe û jê ra dibê,”te mûyên min avêtin nav êr, lowma ez ê aniha bimrim. Serî min ê ji te ra bibe qonaxekê, tiştên nav zikî min ê ji te ra bibin cîran.” Jinik bi her du kurikên xwe va di qonaxê da dijine. Kurik bê tirs gir dibin. Rojekê bavê kurikan tê ser kaniyekê. Lawikekî wî li ser kaniyê hesp av didane. Hevdu nasnakin. Bav jê pirs dike û dibê, „hunê mêvana qewûl bikin?“ Lawik wî tîne mal û dike mêvan. Jinik tavile wî nas dike. Jê ra cotek cêwrik dikeline û dide ber. Mêrik dibê, „qe cêwrik têne xwarinê?“ Jinik lêvdigerine dibê, „ ma qe jin cêwrika tînin dinyayê?“ Bi ser vê da, jin û mêr li hev tên û bextiyar dijîn.


ÇAVKANÎ

Min va çêroka li havîna sala 2013an ji devî xwarziya xwe, Figena Mircê (Ateş) bihîst û nivisî. Teceliya berhemen folklora kurda ye, ji ber bê an kêmxwedîtiyê ew ê di wexta xwe da nehatine berehevkirin û nivîsîn. Figenê ev çêroka di zaroktiya xwe da, ji dayika xwe, Mirca Hecê û dapîra xwe Fata Hecî Gulê bihîstiye û hevîsiye. Malesef, çêrok gîşt nayê bîra wê. Li wir min hen bendên wê, veqasî ku di bîra Figenê da mayine nivîsîn.


BİRNEBÛN, hejmar 58 | 2014

About

Bir cevap yazın