KEVRE MEZELA – Kilamên me

Her kilam û stranekê hekateke xwe heye. Hekat û naverokên wanan, ji êş û janan barkirî ne. Kevre Mezela jî, kilameke li doralîyên me bi êş û dilşewatîya xwe bi nav û deng e. Kilameke, Xelikên Qerecdaxê, Xelikên Jor ( Konya – Kulu) e. Ji alîyê Zêwa Çûç ( Zêwa bi Çûk ) ve hatiye gotin. Li ser mêr (hevjîn) ê xwe straye.

Mihemedê Hecê, malmezinê Mala Hecê ye. Li gundên me, mezinên gundan hene. Ewna, li her tiştekî li pêşîya gund in. Di nav heyeta gundan da ne. (İhtiyar heyetî) Li şayîyekê, li xerawîyekê, li dol – dawetan jî li şînên gundan xwe didin pêşîya gund, mêvanan pêşwazî dikin û bi rê dikin.

Mihemedê Hecê jî, yek ji wan mezinên gundê Xelîkan wû. Li gundên doralîya, baş dihat naskirin. Meriyekî zana, bi mêvanên pirr, bi heval û hevrêyên pirr wû. Ji bo ku kurikên wî nebûne sê caran zewicîye. Zêwa Çûç, jina vî ya siftê û dotmama wî ye. Mehmikê Malê Hecê, lavikê Mihemedî mezin e. Di lîsê de xwendekar e. Mihemed, ji bo daweta Mehmikê, ku dergîsta Mehmikê bike bûk, bûka xwe biderxe, ji gundên doralî çikas nasên xwe hene, cîran û hevalên xwe giştika dawet dike. Dem havîn e. Rojeke germ, dûv nîvro va biraqa xwe têhildidin. Ber mala Hecê, şên û şahî dest bê dike. Keç û xortên gund, bi çaralîya govendê digerînîne. Girme girma dolê û dengê zirnê bi dinê da ye. Mihemed, li dîwana mêvanan dawestîye û îkramê wanan dikê. Ew şên û şayîya çar- pênç saeta dajo. Pirr nare, ber êvarê, ji nişka ve, wek brûskekê, datiya qirîza dil bi Mihemedê Hecê digire. Xu li enîyê dikeve, destê xwe dide sîngê xwe û ji pê de gêrdibe. Wê şahî û dîlanê, di nîvi de berdide û dihere rehmetê. Dol, dawet û ew şênayîya di nîvi de dimê û vedimire. Şûna şênayî û dîlanê, mirina Mihemed wek ewrekî reş dadigire ser Mala Hecê. Bi ser wê mirina giran de, Mala Hecê dol û daweta xwe dadiwestînin, li şîna Mihemed rûdinin. Mêvanên hatinî dawetê, dibin azcîyê Mihemed.

Mala Hecê, du- sê mehan şîna xwe dikin û azcîyên xwe birêdikin şûva bûka xwe biderdixin. Zêwa Çûç, bi ser wê mirina giran û bi şewat de kilama Kevre Mezela distirê. Kilama xwe de, erf û edetên kurdan tîne bîra meriya û yên ew nedane berçavan rexne dike. Gilî û gazinên xwe jî tîne ziman.

Li ba kurdan edet e, li mirinek bi şewat meriyên mirî, kincên xwe vajo dikin û kinca bervajo li xwe dikin. Li wê mirinê, mêvanên hatine dawetê jî xemilên xwe ji xwe kirin û kincên xwe kîjan jin xwarinên xwaş dikelînin, ewna yê werin nanî dolê an jî nanî şînê bikelînin. Hewa Mehmo û Zexa Sêdle, du jin ji wana ne. Zêwa Mehmûd û Fata Hesê jî, wê demê du keçikên xort û xwarzîyên Mala Hecê ne.

Erf û edeteke kurdan jî, cîranekmir, cîranên vî yê dest ji kar û berêxwe berdin. Dol û dawetên xwe di nî­vi de bihelin. Dûv ve, çend rojan şûvamisada xwe bistînin û karê xwe bikin. Ji bo wê Zêw gilî û gazinan ji Heckuşû Mala Ewê dikê.

 

KEVRE MEZELA

Kevre mezela reş e gir in
Ne bar tewin ne têwirin
Gundo ji me ecavîya bigirin
Nanê me ji dolê re kirî
Me pê azcîyê xwe ve rêkirin

Dilê min deşta Heranê
Xopan bive brûska li rû baranê
Ji maleke bi danzde meriya
Li horta dolê bavê Mehmikê da nîşanê
Li wî banî li wî banî Min korocaxê pê nizanî
Bi sê jina bûkek anî
Heqsizî heqsizo te çima paşi nanî

Van çîyana çîya sêvandin
Êmilkê bavî Mehmikê dûw gerandin Berebcîyê bûkê hatin
Bi kincê vajo me bi şûva şandin
Qerecdax bişewite a bi dar e
Min wenda kir bavê Mehmikê yî kibar e
Ma bavî Mehmikê were
Bêraqa bûkê yê hîne li dar e

Berfa romê ji me re mane ye
Pêşîya goristanê
Qerecdaxê Şûna danê bavê me ye
Xeta Mehmikê di lîsê de ma ye
Dosya Mehmikê di çênte de ye

Kanîya jêri bi tûn av e
Min korocaxê di ser re rana gav e
Kewşçîya şûna xanîya belavkirin
Ez çûm bavê Mehmikê tune li nav e
Ê gîştika girê de bi benekî xav e

Çingî sûr e çingî sûr e
Alîmê camî ye jê dibarê gul û nûr e
Gundo bûka ku min derxistî
Rênêxist jê ra secdê xêzûr e

Germa havînê
Didê qonce rêçberê
Kanîya Osmên dihêlînê
Mala Ewê li dolê xistîyê
Heckuş li qûrnê xistîyê
Berdane kezewa min çîfte qurşunê

Dolcîya rawe li dolê xîne
Mala bavê min hêlek dole hêlek şîn e
Ma Zêwa Mêhmûd û Fata Hesê govendê bikişîne
Zexa Sêdle û Hewa Mehmo nanî dolê bikelîne

Reşo rawe arebê qoşke
Bûkê min biderxîne
Bewe li tirbê vî heqsizî bikelivîne
Arî kezewê min vemirîne

ZÊWA ÇÛÇ
(Xelîkên Jor, Kulu- Qerecdax)
Mem Xelîkan – Bîrnebûn hejmar 70 | 2018

KEVIRÊ MEZELA

Kevirê Mezela reşe girin
Ne bar tewin ne tê wirin
Nanê ku me ji dolê ra kirî
Pê azcî yê te verê kirin.

Vana çiyana çiya sêvandin
Êmilkê bavî Memî mine gurleh dû gerandin
Zeyî yê me ê ku hatine dolê
Me bi kincê vajo verê kirin
Korta bergîra bişevite bi tûn ave

Geçut nadê bi tûn delave
Hatin şûna xaniya belav kirin
Bavê Memikê tune li nave
Min go ê gîa girêde bi benekî xafê.

Dolcî ya rave li dolê xîne
Ma Zêva Memud û Fata Hesê, 
Govendê bikişîne.
Rehmê Ibrema sarê bûkê helîne.
Hevê Memo û Zexê Sedilê, 
Nanê dolê bikelîne.

Dilê min germa havînê
Dide qoncê reçberê kaniya Osmen dikelîne.
Reşê Hamê yî bûke viderxine,
Qamyonê berê li tirba te biqelivîne.

Lewî banî lewî banî
Min go te çima pê nizanî
Bi sê jina bûkeke wûnî
Çima te paşî nanî.

Dilê min deşta Heranê
Xopan bime brûska li rû baranê
]i maleke bi danzde meriya
Bavê Memikê li horta dolê da nîşane.
Qerecdax bişevite bi darê
Min wenda kiriye bavê Memikê yî kîbare
Ez a herim wê korocaxê teme kim
Ma vi bavê Memikê ra bê hîn bêraqa me yê li dare.

Zeva Çuç
Mem Xelîkan – Birnebûn Hejmar 15, Zivistan 2002

About