KOMPOZÎSYON – Drêjnivîs

Mamoste’ê wêje ye.
Î mecbûr e ku, hestên xwe pi zmanekî wêjeyî bêje.

Paşî’a dibistina navîn bû.
Dibistaneke pi odayeke mehlîman, sisê sinif û derî’ê oda a sinifa çaro jî li derva bû, berve başûr.
Sinifek em lê bûyinî, pencerên xwe li paşî’a camî û tuvaletê dibistanê dinêrî.
Wê re tegotin; Mekteba kevn.

Mehlîmê (mamoste) edebîyatê (wêje) tirkek bû.
Ji xwe xweş, pos li hewo, niyetxerab û pi simêlê kûçikan bû.
Ji lawikê dibistanê pir hez ne dikir.
Tim dixwest maneyeke bibîne û pi wan re hev de.
Lê, cesaretê xwe tune bû.
Destî xwe ji yek xwendekarekî re heyne, yajî lêxe, rind dizanî xortên gundê wî bingevin.
Hîngê, dema şoreşvanî, xortên gundê li ser xwe bûn.

Ders dersa kompozîsyonê (drêjnivîsê) bû.
Mijar jî, serbest, te çi nivîsandiye.
Drêjnivîs ji sisê beşan e;
– Giriş têketin
– Gelişme geşe
– Sonuç domahîk
Me ev baş dizanî.
Lê de were, pi tirkî bifikire û binivîsîne.
Zmanê tirkan pi dilxwestî na hate ewsandine; her Kurd mecbûr bû, hîn wenge jî.

Jîrekê û serekê sinifê jî, Serko bû.
Serko bêdeng, pi fedî, ji xwe xweş û pir zekî (jîr) bû.
Dersên wî giştik neh û deha bûn.

Me kurikên (zarokên) tembel xêta(kaxiza) kompozîsyonê pi zorê tijî kir û da mamoste.
Çend roj şûva jî, mamoste netîcên îmtîhanê aşkarê kirin.
Sifteh, êk zeîf heynandinî xwendin; 2, 3.5, 4.5 û hwd.
Ê keçikan û lawikan din jî xwendin.

Dor hate Serko, ew jî di rêza peşî de, li ber derî’ê sinifê bû.
Kompozîsyona wî, ji me re xweş-xweş xwend.
Mala wî ne keve, wî jî kompozîsyonê li ser me kurikên sinifê nivisandî bû.
Kî çing (çawa) e.
Kî di sinifê de çi dikiriye, pi kurtî li me daye.

Mamoste got;
– Aferîm ji te re.
– Te î pir xweş nivîsandiye; nota te 9.5 in.

Serko hendik rawestî û destê xwe heyna.

Rabû ser xwe, bişkojên (mori’ên) çeketî xwe vêxistin û got;

– “Hocam, hakım olan 0.5’i, nerden kestiğinizi bilmek istiyorum.”

Yanê, xoca’ê min, te haqê min î 0.5’a ji ku derê birandiye, ez dixwazim bizanim.

Ê tirk pi dîno ket.
Got; te çawa vê şorê bikî.
Derî’ê sinifê, pi hêrsekî vekir û çû oda’ê mamoste’an.
Êdin, ken pi me girt.
Ên jîr jî, mûriz tal kirin.
Henan pi Serko re da hev.
Henan jî pê pir şa bûn.

Keçikên dersxane, paşê çûne oda’ê mehlîman, dilê wî kirin û pi şûnda ew anîne sinifê.
Di sinifê de, qirç tune bû.
Mamoste çû mase’ê xwe û rûnişt.
Destê xwe da bin guhê xwe, xemgîn û xemgîn pa.

Serko destê xwe heyne, rabû ser xwe û got;
– Mamoste’ê min, hezar caran min bibore.
– Ma min ew şora pê te re ne gotî bûyî.
– Min af bike.

Çi got, arê (agirê) mamoste da ne hat.
Rabû ser xwe û qûrimek da xwe.
Ee Mamoste’ê edebîyat e.
Î mecbûr e, hestên xwe pi zmanekî wêjeyî (edebî) bejê.

Pi dengekî korkorîk, nermik, şora xwe’î dawî got û çû;

– “Kırılan bardak bir daha yapıştıralamaz.

Yanê, kosa’ê (qedeh, îskan) şkestî, careke din ne pê hev dan dine.

About