Navenda gund

Seyfi DoğanMin li Qonyê lîsê dixwand. Sal 1970 bû. Wê wextê, li serî mahê sibetê, du heftan tatîl dibû û bi tirkî vê re digotin onbeş tatîl.

Em xortên ji gundî Xelkê Jorî, rojê tatîlê, piştî ku me qernên xwe distandin, li wesiteyekê digerîn ku pê herin gund. Emê time bi lez bûn. Me xwe azad û wek ji esaratê xelas bûyî hês dikir. Perên ku em pê li otobosê siwar bibin tune bûn. Ji ber wê yêkê jî, me xwe dida bendê komyonên gund. Kamyona bekalên gund ji bo dan û standinê tînan Qonyê.

Hotela Kulu-Cîhanbeylîyê ya ku li ser Îstanbul Caddesîyê û Hayat kahvesî cîhên hevdîtinê gundîyên me bûn. Wexta ku me dixwest, em insanên gundî me bibinînin, em diçûn wan cihan. Me dîsa wisa kir. Ez û Kemalî Malê Husî Zexê Xoce çûn hotelê.
Me li wir, Hemîtê Mexmkî Taxê Malê Mihî Reşê dît. Lingên me di erdê negeheştin. Em şaş bûnî ku ji kêyfa re çi bikin. Me hevdu hembêz kir û berî xal û xatira, me jî Hêmit
wexta ku herin gund pirskir. Hemît şoferê kamyonê MAN 520 yî sor bû. Hemît civan bû. Bawer dikim ku eskerîya xwe jî hîn nekiribû. Hemît şoferekî li ser xwe bû. Xelkê pê re digot ”pilot Hemît”. Xwedîyê kamyonê jî Nuhê Hevîdî bû.

Bekalan dan û standinên xwe devdeve berêvarê xelas kirin û kamyon bi rê kat. Zivistan e. Hewayê wek kêrêke tûj dibirê. Emê li ser tênte nî. Me yî xwe kirîyê nav qutîyên tişt û xwe ji sermê mina zukimê diparêzênî. Belikê guhên me ê bi çermî sûretî me ve da dinûskêne. Di wê rewzê da, emê dîsa jî bi kêyf in ku em dê terinî gund.

Gund cîhê azadîyê bû. Malbate xwe, dê û dutên xwe û hevalên xwe bi hemdî xwe ditîn û bi têrî xwe ecrîyê hesretê dertêxist. Malê me nezikî mektebê ilkokulê û camîyê bû. Navenda gund bû.

Navendê gund ber dûkanan û camîyê bû. Ew dera wek kuncikê li Hyde Parkê “Speaker Corner” bû.

Dûkanên gund li hemberî camîyê, di rêzekê da bûn. Dûkan ji kerpîçê hatibûn ava kirin û ser dûkanan bi çoraxê ji baran û berfê diparastin. Ji alîyê kanîyê malê Şêxe da, dûkanê evil, dûkanê Ûskî Umê bû. Ûskê dikanê xwe yê bi birayê xwe Bektaş ve hevpar bû. Ûskî Umê bayîyê titûnê bû. Bes ne tenê bayîyê gundî me bû. Gundên dor alîyê gundî me jî îhtîyacê xwe yê titûne li ba Uskê têmîn dikirin.

Uskê wekî din jî, li salê du caran; li biharê û peyîzê purti ji Samûlê tîna û bi deyn difirot. Di dûkanê kelekê dûkanê Uskî Umê da, Îzetî Îvkî Hecî Miçê hefserkarî dikir. Li kelekî wî Husî Malê Xecxem berberî dikir. Li kelekê dûkanê berber da, Mehmedî Malê Heselmin dûkanê xwe yê bekalîyê hebû.

Ez her roj diçûm ber dûkanan. Ew dera cîhê hevdîtinê bû. Telebe li tatilê, li wir dihatin ba hevdû. Wê demê qehwexane hîn venekiri bû.

Qehwexane piştî xerman hildanê vedibû. Dema ku xelkî bi pere bû.

Li ber dûkanan bes tenê telebeyên ortaokulê û lîsê ne, herkes hebû. Telebên universîteyê û gundî. Zemînekî xweş hebû. Her tişt vekirî dihat muneqaşe kirin. Zikî hevdu nediêşandin. Fikran bi rewzeke azadî reqabêt dikir. Kesî nedigot ku rastîyê li ba min in û ez ji herkesekî baştir dizanim.

Însanan xwe li warên xwe rehet û azad hîs dikirin.Wê wextê meselê Kurdan wekî ku li gund dihate minaqaşekirin, ne devê herkesekî bû ku vekirî li her derê qalê bike. Li gund qerekol tune bû û kesî jî hevdu îxbar nedikir. Loma ortameke bi kêmasî be jî, azad hebû. Mêrxasên ku ji bo Kurdan, heqên netewî û ferdî dixwestin, bedelekî giran didan û îro jî didin. Bi salan hepis radiketin û di dezgehên îşkencê re derbas dibûn. Însanên çepitî dikirî jî eynê muamelê ditîn.

Berî ku ez herim bi mêvanî sohbêtan bim, min ji dûkanê Qadirî Eşê Elî, ji xwe re dendikên gulan kirîn. Kek Qadir wek herdem, bi nivîsandinê re mijûl bû, lê xwe ji muneqaşê nedihîşt. Dûkanê Kek Qadir, bi rû harimê mektebê, di xanîyêkî biçûk da bû.
Ez li eynê rojê bûm mêvanê çend sohbêtan. Kom û kom însan li ber dûkanan xwe dabûn berroj û sohbet dikirin. Devûdevê biharê û rojê teze û teze dibiriqî û erd û ezman germ dikê û bux ji erdê berve ezmên mina ramusanêke germ dirêj dibû. Bîhnê axê ya ku wek nanê germ dihat îştahê însên radikir ser lingan.

Herder çamûr bû. Çamûr mîna bênişt bi merasan va dizeliqî. Zarok bi zehmet, bi cizmên kevn û dirî li nav çamûrê digerîyan. Kincên wanan ne li gor wê demsalê bûn û ew li ber bayî bakûr wek pelên darê zerdelan ba dibûn, dicirîfîn û diqelifîn.

Ji bo ku derdî çamurê baş were fehmkirin, dixwazim bîranîneke xwe binivîsînim. Li ortaokulê, dema ku min li Kuluyê dixwand, mexlîm di dersê tebîatê da pirsek pirs kir, got; ”eger îskelet nebe em dê çir bibin?” Telebekî ji wan gundên me deste xwe rakir û got; ”em dê di çamûrê da bimînin.”

Wek îro tê bîra min. Bilkî Bilî Hucê û Îdî Malê Îdê ketibûn sohbeteke kûr û li ser heqên Kurdan yên netevî û ferdî hur û hur munaqeşe dikirin. Wê demê Bilkî Bilî Hucê li Ankara Hukuk Fakûltesîyê dixwand.

Pir însan jî, li dor alîyê Heskî Êhmed, li ber dikanê Qadirî Eşê Elî kom bibûn. Hêskî Êhmed însanekî dîndar û gelek durist bû. Ji alîyê dîn da zana bû. Tabîî herdê ku Hes lê bûyî îlahî meselên dîn dihatin muneqaşe kirin.

Wê wextê, wek karkêrên mêvan, çend însanên gundî me jî çûbûn Elmanyayê. Yekî ji cemeatê ji Hesê pirsî. ”Perên ku li Elmanya, li welatekî kafir tên qezenckirin, ê helal in an heram in”? Berî ku Hes bersivê bida, xwe di ber re kir û bi hêrs bersiv da:

”Bêhey nezanî û xizano, belengazî deştê Qonyêyo, serqotî û pêxasî çolan û budaleyî mino.! Bifikire! Binêre! Binkûmî xwe bi kar hûne! Rojên we însnanan ê bi hesretan hatine barkirin! Ew însanê bi hewcîyê nivînên germ û xwarineke xweş in. Riziqê zar û zeç û sêvîyan qet nedizine! Ew perenan ê bi xwîya henîyê tên qezenckirin!”

Hesê Ehmed dest bi şorê kir û got; “Helal e! Divê ew zekatê xwe li vir bidin û zikî çend feqîran têr bikin.”

Berî ku Hes here camîyê, ji nav guhdaran telebekî ortaokulê ji wî pirsî; ”Min ji radiyoyê bihîst (we wextê li her malakê radio tune bû. Radio serî seatê propogandeya revitîyê Emerikayê ya hîvê dikir) dibê; Emerîka fûzekê bişînê hîve, tu dibê çi?” Hesê got; ”em ê bi şîya nakinî herin Qulekê, ewê ku çing bifirine hîvê? Herin budele mebin!”
Li ber dûkanê Îzet jî bi henek ji bereketê zevîyan da behsdikirin. Digotin zevîyê îsal çê birûzin em dê xwe ji deynî koparetîvê xelas kin. Mehmî Ewê şor heyne û got; ”em dê her zivistan û biharê wer dibên û ku payîzê wextê toxuma hat, em dê dimaşin Koparetivê deyn. Xwedê hişan bi me de. Koparetivê me turiçkînê.”

Memkî Hûs Keçelê li ber dû kanê berber bi çend hevalên xwe ve xwe dawûbûn berroj û qala berf û baranên bi bereket dikirin û digotin; ”em ê îsal kêf bikin. Çêre, gil û gîyayê îsal bol biwe. Kerîyên pêz ê me zêde neêşînin. Em ê ji xwe re li Hemê Mûskê xinî. Hayê bilûrê kin û guh bi ser zengilan dinî…”
Hesê Elî Mehmedî bi Mehmedê Elê Simo ve yarnîya û henekan dikine. Hevalê hevdûyê baş in. Lê pir caran diketin rû hevdu.
Mehmedê Elê Simo serşivanekî ji xwe xweş bû. Rabîyê ranebûyê î şivanîyê dikê, ji alîyê zeneatî şivanîyê û şiv bi karanînê da bi meharet bû. Şivê xwe yê giran bû. Merî şerî xwe jê diparast.

Hesî Elê, însanekî şor xweş û zekî bû. Bi ser û binî dunê dizanî. Hesê şivanî nedikir. Ji bo wê jî hunerê xwe yê şivê kêm bû. Hes, hostekî pir bi nav û dengî ê yonîyê bû. Hesê wek heykeltiraşekî kevirî gewr ji bo xanî avakirinê yonî dikir. Li gundî me hema hema tu xanîyên ku emegî Hesê derbas nebûyî tunen. Hes emekdarekî bi heyf bû.
Wana demekê xoş û xoş li ser harbûnê dêlegurên biharê sohbet kirin bi şûnda, Mehmdî Elê Simo wegerî Hesê û got;

”Hesê Elî Mehmedo! Şiv giran û bi akilî minî dest bi mehereto! Tê bi min re, bi ço bikevî misabeqeyê!?”

Ê dî jî Hes e, î ku din bin şorê da bimê.

„Mehmedê Elê Simo yî! Serşivanî kerîyên deştê Romê yê Rutiko. Bibêje! Bibêje! Şorê xwe bi elek û bejingê bipîve. Li hemberî te hunermendê kevirî gewrî dawestîye.“

– Hes vegerîya Mehmed û got, Li kê derê?
– Te kê der xwestîyê!

Yekî ji yekî camêr e. Yekî gavakê paşda nawêjê.

Hesê; li dawîyê çîyayî inê gewr. – Qebûl.

Mehmdî Elê Simo bi dengekî ku herkes bibihîze got;

– Da here mal şivê xwe bîne!

Hesê, demekê li Mihemed di bin çavên re bi qirf lê nêrî. Bêdeng ma. Ji berîyê xwe cigare derxist û teklife dor alîyê xwe kir û yêk ji xwe re vêxist.

Însanên li wan civîn li bendê gavê din bûn. Bi meraq gotina Hesê çav kirin.

– Hesê çavên xwe berdan çavên Mehmed û got;
– Şiva minê di dest te da ye.

About

Bir cevap yazın