QENERE

Hevalê min, dostê min û pixaltîyê min î delal Mem Xelikan di hejmara Bîrnebûnê ya 30î da qalê kuçîkî Hesî Colo dike. Seyfi DoğanHêkateke xwaş e. Kuçikî Hesê Colo î qenere ye.

Qenere rengdêra ku ji bo kuçikên arode û ne no re tê bi kar hanîn. Kuçikî qenere î binar e, birçî ye, çilek e, lingşewitî ye û tirsonek e. Tiştên ku ji kuçik tên xwastinê, kuçikî nake. Ew tiştane çi ne? Şivan dixwaze ku ma kuçikê xwe yî no be. Pezî wî ji guran û dizan biparêze. Xudanê malê ji kuçik dipê ku kuçik kesên ku net û fêlên xwe xerab in nezikê mala wan neke.

Li sîyê dûkanê Uskî Umê, kalên gund ê runiştine. Apoyê Fate Kirê, Uskê Umê, Haskê Omere, Îtkê Asê Asîyê, Mustefeyê Malê Harside, Hecîyê Tewarikê, Memkê Malê Şexikê, Alosman, Nekîmê Malê Alî Corliyê, Mehmedê Mistê, Memedê Ashê, Osmanê Malê Hêwoyê, Mehmedê Îdê, Şamliyê, Husê Zaxê Xocê, Hecê Malê Herşîdê, Elîyê Hecîyê Oxcîyê, Omê Heskûrê û Ehmedê Umê.

Apo yê Fate Kiriyî hêkatekê kat dike û ê din jî yê mat bûne û guh didine ser. Apoyê Fate Kirê yî rehmetli, deryakî folklorê gelerî bû. Pîrê zenêatî qutsî bû. Zenêatî Hz. Musa û Hz Îbrahîm. Apo hunermendê filosofîyê Ahura Zerduşt bû. Tav! Hêyfe mêra!..

Bi imitasyonê kes di ser re tune bû. Ki dibe ma bibe, Apoyê rehmetî dikanî bi zarê bike. Apo bi xwe hêkat wek senaryokê tasavûr dikirin û ji guhdarên xwe re pêşkeş dikir. Apoyê delal, qala kuçikî xwe yî qenere dike; Me pezî hemêle çîyê kiriye wext dev û devê êvarê ye. Sîya çîyê ê deketîye dawîya çîyê. Ji bo wê jî dawîya çîyê hendik tarî bû.

Dema me bihar e, çêrêyî bol e û çola me şên e. Delêgurên biharê î har in. Ez û çonê xwe, me yî xwe daye taltî zinarekî û pez î giştik ji me va xuya dike, lê pozî çepê yî ji me tenekê dûr e. Li ber me, li ser hewanê, lokum û biskuvîtên ku me bi hirîyê ji etarî Kulekê sandî û em ê ji xwe re qala şivanên berê û hêkatên wana dikinî.

Car carna çiqas pez ji me va xay dike jî çi dibe çi nebe, em î dor aliyê xwe mes dikinî. Min xwe li ser pîyî çepê tenekê çerx kir ku li pêz binerim. Min dît ku pezî ji pozî çepê da li aliyê başur da ne yî rehet e. Mihê sewrê ku ez herşev pizbendê tavême sû ku ê serî xwe hildinê û guhên xwe bel dike. Min guman kir ku li wê derê rewzê ne li cî ye. Ez rabûm û min şiva xwe ya zoxelê kire dest xwe û berve wî alîyî çûm. Kuçikê min jî kete du min. Ez nezikî perî pêz bûm û dawestiyam. Min dît ku dêlegurê yî xwe kirîye taldî zermasî- yekê û ê bi zorê xuya dike. Delêgurê ganê lê biçûk bûne. Ew heywana jî li risqekî xwe digere û dixwaze çêlikên xwe têr bike. Herek çêlikên xwe ne yek û ne dudu ne. Wê salê di holikê dêlegurê da me heşt çê- le dît. Gerek em li çîya û li deştan bi heywanên bajî re tev jîyanê bêwîsînîn. Xwedê risqê wana jî daye û ê me jî.

Gurên hertim ji hemberî bê da, di kemînê(pusu) kevin. Wê carê jî dêlegurê werkiribû. Heger dêlegur, ku firsatê bibî- ne ew ê ku biberizê pêz. Kuçikê min î ku di dû min dihatî, dema ku bihna dêlegurê kete poz û gur dît, xwe avite paş min. Min serîyê kuçik berve dêlegurê kir ku ma biberêze gur, lê çi fêde, serê xwe kire ber xwe û xwe avite nav lingên min. Min kir wî kir, berîyê xwe berve gur nekir. Min jî çi omidî jê dikire! Bi carê siftê re bakirê xwe derxist ortê. Min ew kuçika bi du berxên mina beranan ji şivanakî Kurçê sandibû. Kuçikê min î din gehişte min û hicûmê gur kir û gur di nav zinaran de winda bû û çû. Min ew kuçika ji şivanekî Akdaxê bi kavireki sandibû. Ez ê rast bêm omidîya min jê pir tunebû. Çimkî yekî zincevî û hurik bû. Lê kuçikê Akdaxê pir no derket. Bi rastî min wiqas jê nedipa. Min navê wî Dumo lêdabû. Mina şêrekî bû. Dizan piştên xwe li ber bi du aliyan bû. Dema ku bîhna Dumo diçû pozî guran, wan heft çîya didan paş xwe. Gotina min ew e ku kuçikê min î ku min bi çalek pere sandî omidiyên min gişt li boşê derxist. Yanê kuçikê min qenere derket.

Xelika zermasîya ku heye, navê xwe verbascum vulcanicum e. Çimkî ew li ser axê vulkanîk dirûze(çiyayên xelikên jorê çîyayên volkanîk in). Nebatekî ji cinsî gîya ye. Di nav toxumê zermasîyê da saponîn heye. Saponîn ji bo masîyan wek axû ye. Ji bo nêçirê masîyan, nêçirvan goşt û toximî zermasîyê li hevdi têxin û wek yêm tavên nav avê. Dema ku masî wî yêmî dixwin bîrve terin û nêçirvanên masîyan berhev dikin.

Li gor min mana zermasîyê etîmolojîk tê manê zehîra(jahra) masî ye.

*Lingşewitî: Berê her malekê kulingeke xwe habû. Çopê xwe, xulîyê zowê û tendurê davitine ser kulingê. Dema ku xuliyên zowê û tendurê davêtin, koziyên agir jî pê re dihatin awitinê. Kuçikên ku kuling û bi kuling ji bo xwarinê digerîn, yek caran pêla kozîyên ku di nav xuliyê da mayî tenan û lingên xwe dişawîtendin. Ji bo wê jî, ji kuçikên ku bêxwedî û arode re dibêjin kuçikên lingşewitî.

zermasî: sığır kuyruğu
nêt: gaye
fel: hile
no: azgın, haşin
arode: boş gezen, avare
hewan: dağarcık
Ahura: bay, hazret, büyük
Çone: çobanın yardımcısı
Etar: bakkaliye eşyası satan, gezginci satıcı Bajî: yabani, vahşi, yırtıcı Şerê di navbera .

*Zermasî ji familyayê verbascum e. Qirarê 250 çeşidên xwe hene. Li çîyayên


JI Bîrnebûn hejmar 39 payîz 2008

About