ŞAR Û KITAN

mxelikanKinc û lîbas; perçeyek ji çand û kultura gel û netewa ne. Her netewayek kincên xwe yên folklorîk hene. Şar û kitan jî; aksesûarên kincên jina ne, kincên jinên kurd. Herdu aksesûar jî cih û rolekî wan yê mezin hene. Lê di kultura kurdan de, manayên mezin tînin ziman, îfade dikin. Şar û kitanê, van herdu aksesûaran jî jinên kurdan li serê xwe girê didin. Her yek ji wana nîşanek e. Şar jî û kitan jî di kilamên me yên şînan de, di stiranên me yên dilan de cihekî mezin girtine. Ji ber ku ew aksesûarên jinên kurdan e û wê nîşanê tînin ziman. Min ji bo we bi pîreke Xelikan re heypeyvînek çêkir, bi Eşa Erew re. Pirsên min û bersîvên Eşa Erew li jêr in.

Etê, şar çi ye, kitan çi ye?
– Hûn jî dizanin, şar jî kitan jî ji per- çeyên kincên jinan in Kitan, jin pê porê xwe vedişêrin. Şarê jî li ser kitanê girêdidin û didin ber enîya xwe. Herduyan jî, jin pê kec-buk-jin-deserê xwe dixemlînin.

Şar û kitan; we bi xwe didirût? We ji çi çêdikirin?
– Şar ji Helewê dihatin (Sûrîyê – M.X.). Me, ew rişi dikirin û toqaz pê va dikirin. Kitan, me ji keten bi xwe didirût. Kitan perçeyek paçî spî ye. Her çar kêlekên xwe yek in.

Te got, jin didin serê xwe. Çima, keçik û bûk nadin serê xwe?
– Na, şar û kitan, her yek nîşan û sembolek e. Kitanê, jin tenê ê bi serê xwe din. Keçik, hetanî bibine bûk; ew şarpe û kefîyê li serê xwe girêdidin. Kitanê girênadin. Ew sembola wendakirina bekaretîyê ye (keçinî, qîzinî ). Li Qirpinarê, Eş Mavî hewû. Keçeke wê ya bi dergîstî miriwû. Li ser kilam gotiwûn. Digot; "Li lîvanê Zêwo li lîvanê Hewêsa dilê min de mayî Min Zêwik nedî bi şar û kitanê".

Manaya wê, min Zêwik nekire bûk, neda ber tu malan. Zêwik mir, keçik wû. Ne kitan, ne kefî li sêri wû. Wê tîne ziman.

Erê, di kilameke dila da jî ew heye.
Dibê; “Dameweste li ser sokanê, min nas nekir bi kitanê”

– Na, bi xortanî, dilê xwe ketiwû wê keçikê. Bi keçikî, şarpe û kefî li sêri wû. Bû bûk, çû mêrekî xwe kir, kitan da serê xwe. Dibê “Ez, te bi keçikî, bi şarpê nas dikim.” Bi vê sembolê, di kultura civata me da manaya kitanê tîne ziman.

Ji min re behsa şarê bike.
– Şar, min berê jî got, jin li ber enîya xwe girêdidin. Şarê; keçik, bûk û jin giştik didin serê xwe. Lê keçik şarê li ser şarpê girênadin. Bê şarpe, bê kitan porê wan li der, li ber enîya xwe girêdidin.

Di kultura me de, şar jî sembolek e.
Di filmê Mem û Zînê de, jinek derdikeve şara xwe davêje ber lingên mêran.
Manaya wê çi ye?

– Erê, emê bênî „Şarpa mine reş li ber lingên te we.“ Ji bona navbera mêran de şer – hing mezin newe, tu nerindî çênebin, jin ê şara serê xwe bavên ber wana. Manaya wê; ar û namûsa min li ber lingê te we. Di kultura me da, dixwaze mêr ar û namûsa me nedin bin lingên xwe. Ji bo wê jî jinekê li tiştekî weng şara xwe avêt, ewana jî dest ji şer berdidin. Kê ew ne anî şûnê, di civata me de bi çavekî rind li vî mês nakin û di civata me de şûna wî nawe.

Li herdê me, doralîyên me qe tiştekî weng bû? Qe te bihîst jinekê li vir jî şara xwe avête ber hena?
– Erê, li şerê Mala Mehtopelê, (Şerê pismaman –Bîrnebûn: 9), wexta kurikên Satîyê hatin dergîsta Hesen birevînin, Kewa Hesî Kalê şara xwe avêtiwû ber lingên wana. Lê digotin wana şara Kewê, dayine ber lingên xwe û çûyine. Zêwa dayika min digot „Ez û Memê min, çûnî hewşoyan kix berhev kin”. Tu dizanî, hewşoyên me nêzikî Qozanliyê ne ( gundê tirka ye. M.X.). Meriyekî Qozanliyê, bi Memê ve hing kirine. Zêwê, kitana xwe avêtiye ber lingên wî û gotiyê “Mem î min telayekî bi tenê ye, şer dawestînin.” Bi ser wê de, mêrik Mem berdaye û çûye. sar-u-kitan

Qozanliyê tirk in, ew kultura li cem wana jî heye?
– Na na, vî mêrikî dayîka xwe î kurd wûye. Dayîka wî, bi ber wî xistiwûye. An jî, em bi tirkan ve tev dijîninî. Dibe ku, tirkan ew erf û edeta ji me girtibin.

Yek jî li herdê me dibên “Şara min li serê te be”.
Manaya wê çi yê?

– Ew, wek nifirekê ye. Jineka ji dest hena (mêr an jî jin) aciz be, an jî dexwazîyeke wê neanîne şûnê, bersivê nedine dexwazîya wê, ew ê bê “Şara minê reş li serê te be.” Manaya wê; tu jî mina min pêrişan û belengaz bî, tu jî di halê min kevî.

Di stiraneke me de, “çima şara serê te xelîya yê“ derbas dibe.
Şara serî xelîyan çi ye?

– Jinek ku mêrê wê mir, jê re dibêjin şara sêrî xelîya. Mêr, dîrega malan e. Jinek bê mêr ma, ew ê ji dest û pîyan de bikeve. Stûxwar be. Şar, aksesûara xemila wê ye. Şara sêri xelîyan, halê ew têde îfade dike.

Ji te re spas û hurmet.
Te bi min re, sohbeteke pir xwaş kir.

– Ez jî ji te û hevalên te re emrekî dirêj dixazim. 


Bîrnebûn hejmar 33, bihar 2007

About