ŞIVA MIHÊ

Devê biharê, paşî'a zivistanê ye. Pezî birçi ye. Ne ceh û ne jî kav e (ka ye). Telaşa xudanên pez dest-ning li me girêda bûn: “Zû kin, çir dikin bikin, çareyeke ji vî pezî re bibînin.”

Her sal ,li wan çaxana, li axzê çiya'ê Garmikê (Qerecedaxê) çêre hîn pir dibû. Kerî'ên gundan, li wir berhev dibûn. Axên me jî, bi me re gotî bûn: De hûn jî rabin pezî xwe bibin wê derê. Me êdin herdu şivanan, pezê du malan ji goman derxist û teve hev kir. Me kerên xwe ji çolê re hazir kirî bûn. Xanimên malan, ji me re xwarin û erzax jî kirî bûn çiqinekê. Me ew jî kirî bûn terên xwe. Me got em'ê êdin kûzê avê jî, ji ava kanî'a Garmikê tiji bikin. Avê wira, pir xwaş bû. Ji zinaran diziya.

Navberê gund û çiya'ê Qerecedaxê penc-şeş kilometre hene tunene. Me pez di dayi'ê çiya'ê Harşîd re û di jor kevirê gewr re bir. Pez heta Garmikê li geremê çêrîya. Em hatin gehiştin şûna xwe. Hîna (bawer) bike, derûdeşt ji çêre'ê debas nadibûn. Çêre wiqas dirêj û pir bû ku, pezê me di nav de wenda dibû. Me pez li nêzika fêzekê mexel kir. Berî ku, em êdin teran ji kerên xwe dinîn, me dît ku, çend şivanên kerî'ên dorûpaş berve me têne. Me got qey, ew têne halûxatirê me pirs kine. Hîn nagihîşti bûn me, yekî ji wan bang kir û got: “Eow zû kin derkevin ji wir.” Hevalê min jî, lê vegerî û bi dengekî bilind got: “Çima, xêr e.” Hate hîngê, hatin gihîştine me. Lêblem, gîştikan şivên xwe hazir kirî bûn. Ma ne derew be, bejna hevalê min'î şivan du metro hebû. Mêrxasek bû. Di ser wî re, kesî mîna wî dest bi çok tune bû. Şiva xwe bi wan li(ni)mand û got: “Kî ji we cemêr e, ê gavek din bavêje.” Lêblem tirsîn, cîlê dastîn û li hev mês kirin ku, ji hev quveteke heynin. Lê, rind dizanîn bûn, dani'ê bi kevir in û em ê ji hingê re jî hazir in. Êdin, axê wanan du-sê şorê xwe kirin û bi şûnda vegeriyan hawşo'î xwe.

Hevalê min'î şivan, çend salan ji min mezintir bû. Bi salan wî şivanî kirî bû. Wî digot çi, min bi gurê wî dikir. Wê rokê, gotî bû: “Xarzi, ma çavî te'î li pez be, emeli bi wanan nabe.”

Li çiya'ê Qerecedaxê em çend mehan mayî bûn. Carnan ez, carna jî hevalê min, bi kerê dadiketa jêr. Ji gund erzax, tişt dianî. Roke, Mih çûyî bû gund. Ez jî li nav pez digerîm. Min dît ku, çar kavirên me tunen. Ee însanê berê, yek-bi-yek pez nas dikir. Heta hîngê, Mih jî ji gund hatî bû. Êdin em rabûn ser xwe, me tev hev li vir û wir mês kir. Me kavir li tu deran na dîtin. Me ji şivanên kerî'ên wir pirs kir. Lê, kesî ji wanan jî bersivek nada me. Mihê got: “Xarzi, tu here bi xwe li nav kerî'an bigere. Rind jî mês bike. Pezî wanan zûva li wir in. Di hewşan de pir mayîne. Çi xuli û çi gemari heye, ê bi ser de hatiye. Jibo wê jî, herî'ê pezî wanan qilêr in. Ê me jî, hîn gewr û paqij in. Ê ji dûrê de bibirqin.” Wellê, gotina Mihê weng rast derket. Min kavirên me di nav pezî axa'ê ku wî gotî bû: “Ji wir herin”, de dît û nas kir.

Ez vergerim herdê pezî me. Min bi Mihê re got: “Mihê, min kavirên me di nav pezî wan de dîtin. Mihê çakêtê xwe êxist, li pî'ê xwe pêçand, rahişte şivê xwe û got : “Xarzi, wanan kavirên me nadin. Ew'ê ancax bi çok bidin. Tu bi pê min de.” Em çûne ba wan. Mihê bi zimanekî xweş, bi axî wan re got: “ Belku şivanên te rind li nav pez mês ne kiri bin. Musade bide min, ez careke bi xwe jî li nav pez bigerin.” Axê me ar veket, dengê xwe bilind kir û bi hersekî got: “Na tu qalê çi dikî. Kavirê çi ne, mi ye çi ne. Here tu kavirên kesî tevê pezî min tunene.” Mihe êdin, guh li wî nekir û xwast di nav pez keve. Exê, xwe avête ber Mihê. Mihê hate hîngê bi min re got: “Lo tu piştê xwe bi piştê min de. Ka wanan ji me çi xêr e. Hîn şiva Mihê naxwarine.” Bi şivê, ji exê de bigre, yeka vî, yeka wî, lêxist. Wella, bi tenê her şeş şivan û axê wanan xiş kir û danî wê derê. Hîn wanan li erdê dirêj bûn. Mihê şiva xwe dîsa heynan hewa, vêre dîna, heyna bakir û got: “Kî ji we rabe ser xwe bişerda be, ez'ê vê carê bikûjim. Rûnin di şûnê xwe de, melivin.” Bi xwedê be, ji tirsa, kesî ne şorek kir û ne jî di şûnê xwe de livî. Mih kete nav pez, yek-bi-yek rahişte sitû'ê (sû'ê) kaviran û ji nav pezî wanan derxist. Paşê, şiva xwe dîsa tê ra heyna û got: “Mogonê dizakno. Hûnê kavirên min bidizîne? We tu kesî din nadît.”

Me êdin kavirên xwe weng xelas kirin. Êfa mêra. Mihî raqaçok bû, destbiçok bû. Ê (ew ê) bi tene, bi şiva xwe li deha mêri'on xista. Xwedê rehmeta xwe lê bike. Cihê xwe bi cennet be. Mêrikî pir rind û delal bû.

XALLKONÎ
©EZKIME.COM, 20.05.2017 

About