Zêr

Seyfi Doğankê malê Hesî Reşîya Eşê, ji hedîseyeke ku hatîyê serî xwe da xweş û xweş û hûr û hûr qal dikir.

Ez bûke acer im. Ez ê xwe ji malê xazûr û ji merimalan re dipême. Li diwanê xazûr û xasîyê de diwestime. Qiymetê cayên, tîyên û zeyên xwe dizanime.

Sibê zû radibime. Mangê didoşime û golikê mît bi şunda, mangê dibime teva naxirê dikime. Şorbê helîsê didima ser agir û doralîye malê rêş û pak dikime.

FERHENGOK
Kurdî (Kurmancî) Türkçe
zêr altın
hedîseyek  bir olay
acer yeni
merimal akraba aile
xazûr kayınpeder
xasî kaynana
kayınço
zeyî ailenin evli kızı
bavan baba ocağı
bûk gelin
şorbê helîsê helis çorbası
payîz son bahar
mangê inek
golik buzağı
naxir inek sürüsü
kerîyê mihê koyun ve keçi sürüsü
temaşakirin bakmak
bêrî süt sağma yeri, günü
ne bê ne qalê bike ne söyle, nede bahset
helşandin boşaltmak
şil yaş, nem
bîhn koku
xûy, xwê ter
dawîyê sebirê sabrın sonu
hîşyar uyarı, dikkat
ezman gökyüzü, uzay, evren
qeretî gölge
cûm sakız
hestêr, hêstêrik yildiz
tilî parmak
çîp bacak
ling ayak
sist gevşeme, uyuşma

Dem, destpêka payîzê ye. Kerîyê mîhê bi şîr ê edî li çolê dimêne û car caran gundîyê kom dibine û terine bêrîyê. Berîvan û bertî li keran sûwar dibûn diçûn çolê herdê kerîyan.

Mêrê min şivan bû. Bêlên mehelê û pezê malê xwe diçêrand. Me hevdû pir nedidît. Ez jî diçûm bêriyê. Min bi hesret ew temaşa dikir. Lê me hêsên xwe bi dizikî nişan didan. Halîki vekirî ê di dilî xwe da aşikar bikîni tune bû.

Ez ji bêrîyê wegerîm bi şunda ez çûm bavanê xwe. Halnek, ez ê li eynê gundî bûk bûm. Min dîsa jî, bîra mala bavane dikir. Min destên dê û bavên xwe paç kirin û ji birayî xwe biçûk re min cûm û leblebîyê serbişekir sandi bûn, min ew dan birayê xwe. Ew pir xenê bû. Wexte ku min xwanga xwe hembêz kir, girîyêkî bi min girt ne bê ne qalê bike. Ji hundirda û kûr.

Bi şev, deme ku herkes çû cîhê xwe,ez jî çûm odê xwe. Dişlikê min nedihat. Min ji xwe re sanqike xwe helşand. Wê demê, bûkan wek cîz sandiqêk bi xwe dibirin malê zêva û tiştên xwe dikirên. Min jî tiştên xwe yî bûkîyê û zêrên ku malê xazurî min ji min re kirî bûn kiri bû sandiqê.

Wexte ku min sandiq helşand, min zêrên xwe nedîn. Min çend caran, li hundirê sanqikê û nav boxçê ku, min zêr kirinê meze kir lê serencam tim eynê. Telaşêkê ez heynam.

Min, devdeva nîvro, sandiq dîsa helşand û dît ku, zêrên minê li cîh hene. Xenê bûm! Lê min tişt fehm nekir. Min sandiq kîlît kiri bû. Kîlit neheti bû şikênandin û sandiqê tu derên xwe nehatibûn parçekirin.

Deme ku min zêr kirin dest xwe ku zêrên şil in û bîhne xûyê jê tê. Min tu bersiv nedîn. Ez aciz bûm û tirsîm. Çi ecêb e. Na wêrime ku ji malbetê re jî katkime. Çi xulîyê bi serî xwe kim.

Ezê ji tecrûbên xwe da dizanim dawîyê sebirê herdem bi xêr e. Min got ez ê bipêm.

Çend rojan du vê buyêrê, piştî nimijê yasîna, min xwe li odê direj kiri bû û xem û xeyalên xwe di ber xwe re derbas dikirin ku dengêk hat û bakî germ xwe li min pêça. Ez hîşyarê xwe bûm ku qeretîyêke beledî û por li piştê wek çemekî biharê diherike ku ê li ber sandiqê dawestiyê.

Qeretîyê pişta xwe di min alkiribû. Ava reş bi ber çavên minda hat û min xwe şaş kir. Wexte ku ez hatime xwe ku jinikê sandiqê vekirîyê û ê boxça ku zêr tê da vedike.

Min dengê xwe nekir. Jinikê beşibîrlîk bi stûye xwe da û bezing kirin destê xwe bi şunda beriyê xwe berve min kir. Lamba kira destî xwe yî rastê û nezikî min bû. Ez bi şûnê xwe da nûskîm.

Wê xezalê, ez demekê temaşa kirim. Dest û lingên min li min sist bûn. Mejoyê min pûç bû.

Xezalê got; metirse! Hûn însan, yên ku jê netirsin jê tidirsin yên ku jê bitirsin jî natirsin.

Deme ku tirsa min tenekê derbas bû, min li jinikê temaşa kir.

Keçeke beledî, çavşîn wek rengê ezman û avê behrê spî. Stû dirêj wek dara sêrvî. Lêw şekir wek dîlîmên şeftalî û didan wek rezên berxên berkozê. Tilî dirêj û qelew û çîpdirêj.

– Dawetê bîrayê min heye. Ez a zêrên te, piştî dawetê vegerînim. Eger du dixwazî, ez a te li terkîyê xanim. Em ê tevda govendê bikşînin û kêf bikin. Deng ji min derneket. Wê jî îsrar nekir.

Berikî here, vegeriya min û got;

– Jîyan gavek e. Fireh û kûr bikole!!

– Bi şev hêstêrkan mejmêre û bi roj jî axê mepîve!

– Zêrên ku nivînên te germ nekin, çi feda xwe ji te re hene qurban!?

BÎRNEBÛN


 

Zêr

About