Zûtik

Yekî ji wan gundên me li odê Hesî Bêkes qala serpêhatîyeke xwe dikir;Seyfi Doğan
– Min teskerê xwe girt û bi lez û li paş xwe mesnekir xwe da ser rê.

Bi rêvitîyê trên û otobûs xwe gehande Kuluyê. 

Hatim ser rîya gundî me ku wesitakê bibînîm pê herim gund.
Min li wir Hesê Malê Bêmal dît.
Ew jî wek min li bendê wesitakê bû.

Tu wesita nehatin, yên ku hatin jî em heynenenî.
Loma em bi peya ketin ser rê.
Wexte  xermaneyê.
Dûnê dişawitê.

Ferhengok
zûtik zivri
serpêhatî olay
lez acele
loma ondan dolayı
xerman harman
qûç yığıntı
fikirîm düşündüm
rêheval yoldaş
nasname kimlik
bîryar karar
bersiv cevap
qumik fes, kavuk

Wexte ku em hatin ser neqewê baxe gund ji me ve xûya kir.
Ez ji nişkeve ji zimên da ketim.

Gava ku hişê min ê bicûk, hatin serî min î giregir, min dît ku li jêr gund, berve Kuluyê, jor kanîyê jêrê, kûçên hene.
Kûçên zer û sipî.
Min nizanî, ew kuçên çi ne?

Kûçên wek konê eskerîyê li tatbikatê ziwistanê bûn. 
Gavakê fikirim ku navên wan kûçan biderxim, lê bêfêda.
Newêrime ku ji rêhevalî jî bipirsim.

Dudil im.
Divê ku rêhevalî min ê, sibê ji min re bi serhevdeke û qerfên xwe bi min bike.

Eskerîyê hiş li serê min nehîştin.
Mejoyê min bi tirkî û tirkbûne şûştin.

Mejoyê min wek memikê ku mar mêjandi bû.
Pûç û sewr.
Min xwe, malbeta xwe û derdorê xwe ji bîr kir.
Min zimanê xwe ji bîr kir.

Dema ku min dest bi Elî okulê kir, min bi xwe û xwe digot;
ez nasnamê hundirî xwe teslîmê wanan nekim.
Ez ê nasnamê xwe biparêzim. Lê wisa nebû.
Hema û hema min kurmancîya xwe jibîr kir. 

Neysê, ez werim ser şorê xwe.
Bi xwe nikenime!, Meraq dikime!
Nezanînê ruhî min kotîn dikê!
Satgav vedigerime ser wê pirsê.
Ew kûçane çi ne?

Ez necar mam û min bîryara xwe da ku ez ê ji rêhevalî xwe navî wan kûçan bipirsim.
Min ji rêhevalî xwe bi tirkî pirsî.   
– O zûtiklar ne?

Rêhevalî min ji kena, nikenî bersiv bide.
Wî, dema ku tenekê serxewla bû, bi çavekî li min mês kir û bersiva min da;
O zûtiklar!
– Ninen Fatê´nin qumiklari…


BIRNEBÛN 65 | 2016 

About